Gotûbêj:Xwedê

Şiroveya dawî: berî 4 salan ji aliyê Rojitan ve di mijara xweda û ezda.... de

Di beşa IPAyê de [/ˈxʷɛdeː/] rasttir e bi min @Hakîmo:, bnr.: [1]. --Şêr (gotûbêj) 14:01, 2 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

Erê, tu rast dibêjî @Şêr: --Hakîmo (gotûbêj) 21:23, 2 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Gelek spas biracan, min dîsa vegerand IPAya te ya berê. bnr --Şêr (gotûbêj) 21:24, 2 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Li ser dengê "ɜ". Bi rastî ev deng e. Çikê li kêleka peyva "bird"ê mêze ke. Wiha dinivîse: "but for most other speakers it is actually mid ([ɜ̝ː])."--Hakîmo (gotûbêj) 14:48, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Her wisa be jî, mirov nikare ji bo hemû peyvan vê wisa bibîne. Modul ji bo hemû peyvan e. Ji bo peyvên wisa, em divê modulê bikar neynin û IPA'ya wê bi destan lê zêde bikin. Min şaş fêhm neke biracan, karê te karekî pîroz e, lê modul hemû peyvan diguherîne. :( --Şêr (gotûbêj) 14:50, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Birayê min, tu kîjan çavkaniyê bi kar tînî ji bo kurmancî? --Şêr (gotûbêj) 14:51, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Û kirpandin (stress) mixabin bi rêya modulê (hê) nikare bê lêzêdekirin. --Şêr (gotûbêj) 14:56, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Ez frensî jî fam dikim. Celadet Elî Bedirxan jî qala vî dengî kiriye. Di "Grammaire Kurde" de ku ji alî Celadet Bedirxan û Roger Lescot ve hatiye nivîsandin dinivîse ku "E - est intermédiare entre un "è" français et un "a" prononcé très bref. On peut le rapprocher du "a" anglais de "bad".". Yanî dibêje ku "e"ya kurmancî di navbera "è"ya frensî (/ɛ/) û "a"ya inglîzî (/æ/) de ye.--Hakîmo (gotûbêj) 15:08, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Gelek spas birako ji bo agahiyê. Rast e bilêvkiria/telafûza tîpekê li gorî peyvan diguhere. Lê bi ya min em modulê tenê ji bo peyvên "hêsan" bi kar bînin. Ji ber ku ji bp hemû şêweyên bilêvkirinê/telafûzkirinê mirov hê nikare gelek varyanteyan lê zêde bike û modul jî wan peyvan nas nake. Em çawa bikin? --Şêr (gotûbêj) 15:10, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Mixabin di der barê mijara bilêvkirinê de kêm lêkolîn hatine kirin heya niha. Zelalkirina vê mijarê pêwîst e. --Şêr (gotûbêj) 15:12, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Tu gelek caran peyvan (bilêvkirinên wan) diguherînî. Ez bawer dikim tu jî zêde bi van tişan nizanî wek min :) --Şêr (gotûbêj) 15:14, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Erê. Haha. Ev dengê ha (/ɜ/) jî di wîkîpediyayê de xelet hatiye bilêvkirin. Wekî /œ/ hatiye bilêvkirin. Tiştekî balkêş jî di zaravayê min de heye: ew jî dengên /ɞ/ û /ɒː/ ne.--Hakîmo (gotûbêj) 15:18, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Mebesta min ev e biracan: bnr. Peyva hest bi [ɛ], gelek peyvên wisa hene. Pirsgirêk ew e ku gava di "modulê" de guherandin tên kirin, hemû peyv tên guherandin. bnr. hest germ, xem û hwd. Hê çareseriyek ji bo vê mijarê nehatiye dîtin. Modul hemû peyvan yek dibîne. Tu dikarî ji bo min rave bikî te çima [hɛst] nivîsiye û ne [hɜst]? > bnr: hest --Şêr (gotûbêj) 15:23, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
bnr û li vir --Şêr (gotûbêj) 15:26, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Ez ê "hest" serast bikim; wî dengê "ɜ" xelet bi lêv kir.--Hakîmo (gotûbêj) 15:31, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Ji bo te jî hemû bi xeletî ne :)) Profesor jî :)) --15:32, 7 îlon 2019 (UTC)
Dengê "ɜ̝" bi lêv kir. Canê mino haha--Hakîmo (gotûbêj) 15:34, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Li vir erdê "File History"ê jî mêze ke. Deng gî ne mîna hev in. [2] --Hakîmo (gotûbêj) 15:46, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Li vê vîdyoyê jî mêze ke.--Hakîmo (gotûbêj) 16:03, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Min ev vîdyo nedîtibû, spas , li vir mêzê ke :) Ku ez peyva hev, dev, gef wisa bi lêv bikim wekî ku di vîdoyê de (9.54) de tê bi kar anîn, dê kenê xwe bi min bikin :D --Şêr (gotûbêj) 16:15, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide
Di zaravayê min reşî de -xwe- /xʷɜ/ dibe "/xɞ/ → /xɵ/" yan "/xɜ/", û -xwa- /xʷɑː/ dibe "/xɒː/ yan /xɑː/.Hakîmo (gotûbêj) 16:51, 7 îlon 2019 (UTC)Bersiv bide

xweda û ezda.... biguhêre

aya peyva xweda çi peyvendî bi vê mijarê nîne ku xweda yanî kesek xwe afirandîye : xwe + da .... bîna peyva ezda ku yanî kesê ku ez dame : ez + daRojitan (gotûbêj) 22:17, 9 çiriya pêşîn 2019 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Xwedê".