Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî terzî terzî terzî
Îzafe terziya terziyê terziyên
Çemandî terziyê terzî terziyan
Nîşandera çemandî terziyê terzî wan terziyan
Bangkirin terziyê terziyo terziyino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî terziyek terziyek terziyin
Îzafe terziyeke terziyekî terziyine
Çemandî terziyekê terziyekî terziyinan
 
Terziyek (li çepê) bejnûbala mişteriyekî xwe dipîve.

terzî mê û nêr

  1. Kesa/ê ku karê wê / wî dirûn û çêkirina cilan e.
    Hevmane: xeyat, cildirû, dirûvan, dirwar, dirûnkar

Bi alfabeyên din biguhêre

biguhêre

Bide ber biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevrehên kurmancî derz, derzî, dirêzî û dirûn / dirûtin, farisî درزى(derzî, terzî), درز(derz, derz, kêlî), pehlewî derzîk (terzî), avestayî derize- (derz), hemû ji proto-hindûewropî *dʰeregʰ- (dirûn, kêlî kirin). "Terzî" jî hevreha "derzî" ye lê maneya "kesa/ê ku karê derzî û dirûnê/dirûtinê dike" dide. "Terzî" bi rêya tirkî "terzi" ji "derzî" ya farisî/kurdî ye anku çûye tirkî û paşî guherandî li me vegeriye. Bi farisî wek "derzî" maye.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Rengdêr biguhêre

terzî

  1. (li gor terzê) Binêre: terz.