Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî sirat sirat
Îzafe sirata siratên
Çemandî siratê siratan
Nîşandera çemandî siratê wan siratan
Bangkirin siratê siratino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî siratek siratin
Îzafe sirateke siratine
Çemandî siratekê siratinan

sirat

  1. (Îslam) Pira ku divê mirov roja qiyametê di ser re derbas bibin (gunehkar ê ji ser bikevin dûjehê û xêrker jî di ser re biborin biheştê).
    • Wer'a wî we reng dîn qewî kir
      Şer'a wî sirat mustewî kir
      'Alim hemî şubhê enbiya ne
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji erebî صراط(ṣiraṭ) ji farisiya navîn sirat ji aramî סטרטא‎ / ܐܣܛܪܛܐ(siraṭa/sṭrata) ji yûnanî στράτα (stráta) ji latînî strata (cade) ji stratus (niximandî) yan stratum (tebeq) ji sternō (pehn kirin, belav kirin) ji proto-hindûewropî sterh₃- (pehn kirin). Peyva almanî Straße, îngilîzî street, îtalî strada, romanî stradă, holendî straat (hemû bi maneya cade) ji eynî rehî ne û ew jî ji latînî tên. Peyva "sirat" ji Rojavayê lê fikra "Pira Siratê" ji Rojhilatê, ji zerdeştiyê ketiye îslamê, bi avestayî "çinveto piritûm = pira dadê / edaletê").