Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Lêker biguhêre

sil bûn (lêkera negerguhêz)
Rehê dema niha: sil -b-
RP.
Niha
ez sil dibim
tu sil dibî
ew sil dibe
em, hûn, ew sil dibin
Fermanî Yekjimar sil bibe
Pirjimar sil bibin
Rehê dema borî: sil --
RP.
Boriya
sade
ez sil bûm
tu sil bûyî
ew sil bû
em, hûn, ew sil bûn
Formên din:  Tewandin:sil bûn

sil bûn lêkera hevedudanî, negerguhêz

  1. xeyidîn, enirîn, tûre bûn, aciz bûn, digel yekî/ê ne axiftin ji ber ku yê jê toreye
    • Min name înandîye. Çend malêd me ji axayî sil bûne û bar kirine û hatine li nik hewe. Ez qasîd im, da hûn ewan malan di gel min ve rê kin. — (Mele Mehmûdê BazîdîTûhfetu'l-Xîlan Fî Zimanê Kurdan, Weqfa Mezopotamyayê, 2019, çapa 1em, r. 103, ISBN 978-605-80975-1-3)

Bi alfabeyên din biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji sil + bûn.

Werger biguhêre