Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî seramîk seramîk
Îzafe seramîka seramîkên
Çemandî seramîkê seramîkan
Nîşandera çemandî seramîkê wan seramîkan
Bangkirin seramîkê seramîkino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî seramîkek seramîkin
Îzafe seramîkeke seramîkine
Çemandî seramîkekê seramîkinan

seramîk

  1. Çêkirina amanan ji axê.
    Hevmane: sofalîn, qewaqî
    • Nesrîn Rojkan keçeke kurd e ku li Swêdê bajarê Stockholmê rûdinê. Rojkan li zanîngeha Stockholmê beşa arkeolojiyê dixwîne û ji hin rojname û malperên kurd re gotaran dinivîse û bi xwe jî hevpeyvînan dike. Herweha bi hunerê re jî mijûl e û niha li ser wênesaziyê û seramîkê jî perwerde dibîne. — (Mahabad F. Arda: Hevpeyivîn bi Nesrîn Rojkan re, Amidakurd.com, 7/2007)
  2. amanên ku ji axê hatine çêkirin

Herwiha biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji fransî céramique.

Werger biguhêre

Rengdêr biguhêre

seramîk

  1. Tişta bi vê axê hatiye çêkirin.