semad
Bilêvkirin
biguhêreNavdêr
biguhêreZayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | semad | semad |
Îzafe | semada | semadên |
Çemandî | semadê | semadan |
Nîşandera çemandî | wê semadê | wan semadan |
Bangkirin | semadê | semadino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | semadek | semadin |
Îzafe | semadeke | semadine |
Çemandî | semadekê | semadinan |
semad mê
- Dubare bermayiyên xwarin û fêkiyan yên ku ji bo erdî yan axê tên bikaranîn da ku riwek zû şîn bibin.
- Piraniya cotkarên xwediyên erdên avî li bajarê Kobanê di demsala nû de çandiniya xwe nekirin ji ber bihabûna nirxê mazotê û tunebûna semadê. — (Cotkarên Kobanê ji ber Nebûn û Buhabûna Mazotê Erdên Xwe Beyar Dihêlin [arşîv], etilaf.org, 2017)
- Li deverin wek Dirbêsiyê ku zeviyên avî pir in, cotkaran aveke tenê dan zeviyên xwe ligel buhayiyek gihişte ta 600,000 L.S ji avekê re ji ber buhabûna sûtemeniyê (Mazotzeyt), litrek mazot gihişte 50 L.S, ligel kêmbûn û buhaya gellekî bilind a semadê, hin cotkaran semada kaxezî ya ku ji Turkiyayê dihat bikaranîn, lê tu sûde jê negirtin, Emerê Hesen ji derdora bajarê Qamişloyê ye dibêje: “ku zeviyê min î avî donima wî hat ser 700-800 L.S ta dema çinînê”. — (Şar, REWŞA ÇANDINÎ Û BEXÇEYAN LI HERÊMA CIZÎRÊ, Ebas Mûsa, hj. 3, 2015, r. 7)
- Ziyana girtin a deriyên Sînorî, ne tenê bandora xwe li ser kata tenduristî, aborî û xizmetguzariyê kiriye, lêbelê bandoreke xirab li ser rewşa çandiniyê ya ku bingeha aborî ya şêniyên Rojava ye kiriye, ku êdî cotkarên herêma kurdî nema dikarin pêwistiyên çandiniyê ji (Semad û dermanê nexweşiyên çandiniyê) peyda bikin. — (Şar, Sînor êşa milet giran dike, Cîhad Derwîş, hj. 2, 2015, r. 27)
- Her wisa pêdivîyên çandinê yên wek tov û derman û semadê peyda bikin. — (Şar, ÇANDINÎ LI HERÊMA CEZÎRÊ DI METIRSÎYÊ DE YE, Hisên zêdo, hj. 9, 2019, r. 20).
Hevmane
biguhêreEtîmolojî
biguhêreJi erebî سَمَاد (samād, “gû, rîx”).
Werger
biguhêre- Îngilîzî: fertiliser → en
- Tirkî: gübre → tr