1. jê çûn, neman, paqij bûn

biguhêre

sîl (cureyê peyvê?)

sîl bûn

  1. lê neman, jê çûn, paqij bûn
    Nivîs ji ser kaxezê sîl bû. (Nivîs li ser kaxezê nema. Nivîs ji ser perrî hat jêbirin / paqijkirin.)

sîl kirin

  1. jê birin, jê paqij kirin, lê nehêlan
    Min bi jêberkê nivîs ji ser kaxezê sîl kir. (Min nivîs jê bir, jê paqij kir)
Ji wêjeyê
biguhêre

Di van salên dawî da, gelek gotar û nivîsên bi zarê "Kurdî" di rojname, heftename, mehname û kovar û malperên kurdî da belav dibin. Eve jî nîsana serkeftinek neteweyî ye, hinava mirov vedihesîne, dilê mera sadike û hîviyêd kurdistaniyan bi manda gelê wan mestir dike. Nema zimanê dayik û bavan ji nav zimanên mirovatiyê sîl dibe, û gava zimanek bimîne, neteweya ku pê dipeyive jî dimîne, naye pisaftin û windakirin. Ghandî yê Hindî, ku mirovekî zana û mestirîn rêberê Hindistanê bû, gotibû, ku ew gelê zimanê xwe diparize, kilîtê zindana xwe bi dest xwe xistiye, çi demê bixwaze, dikare ji wê zindanê derkeve. — (Cankurd: Di nivîsandina me ye bakurê Kurdistanê da çiqas "Kurdî" heye?, 11/2005, jêwergirtin: Peyam.eu, 7/2009)

Etîmolojî
biguhêre

ji tirkî sil ji silmek.

2. lêdana bi destî

biguhêre

Binere:

sîle