Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî polemîk polemîk
Îzafe polemîka polemîkên
Çemandî polemîkê polemîkan
Nîşandera çemandî polemîkê wan polemîkan
Bangkirin polemîkê polemîkino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî polemîkek polemîkin
Îzafe polemîkeke polemîkine
Çemandî polemîkekê polemîkinan

polemîk

  1. şerenîx, suhbeta bi êrişan, gengeşe,
    bi gotinan êriş kirin ser kesatî yan rêbazên kesekî
    • Em ji xwendevanan hêvî dikin ku belavkirina van nameyan bi armanca polemîkê neyê fêmkirin. Weke Avesta, ku em xwe rojnameyeke serbixwe dibînin, em hewl didin nêrînên hemû nivîskarên xwe - eger em ne pêre bin jî - biweşînin. — (Avestakurd.net, jêwergirtin: 11/2007)

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Bi rêya fransî polémique yan îngilîzî polemic ji yûnaniya kevn πολεμικός (polemikós) (cengî, şerî) ji πόλεμος (pólemos, ceng, şer).

Werger biguhêre