Bilêvkirin

biguhêre

Rengdêr

biguhêre
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
pîroz pîroztir herî pîroz (merkezî)
tewrî pîroz (rojavayî)
pîroztirîn (soranîzm)

pîroz, p-ya nerm, r-ya nerm

  1. Xweş, bixêr, xêrdar, bimibarek, mubarek.
    Cejna we pîroz be!
    Newroz pîroz kirin.
  2. Mibarek, tiberrk, miqedes, qudsî, evra, xwedayî, yezdanî, olî, dînî, ayînî.
    Qurana pîroz.

Ji wêjeya klasîk

biguhêre
  • Îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e 'îd
    'Îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e 'îd
     — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha farisî پیروز (pêrûz, serketî), farisiya navîn [skrîpt hewce ye] (pêrôz), farisiya kevn *Pariaujah (serketî), dabestî ji *pari (peri, li dor) + *aujah (ewceh, hêz) (>hêz). Yeksanî ber- + hêz.

Bide ber pêşnavê ermeniya kevn Վարազ-Պերոժ (Varaz-Perož), navên cihan Պերոժ-Կաւատ (Perož-Kawat), Հրաքոտպերոժ (Hrakʻotperož), Սպանդարանպերոժ (Spandaranperož), Որմզդպերոժ (Ormzdperož) û herwiha pêşnavê Պելուժավր (Pelužavr), tev deynên ji îranî.

Ramana rastîn bihêz û serketî û serfiraj bû, wateya dînwer di kurdî de paşê wergirtiye.

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhartoya gotara holy a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.