manewra
Navdêr
biguhêreZayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | manewra | manewra |
Îzafe | manewraya | manewrayên |
Çemandî | manewrayê | manewrayan |
Nîşandera çemandî | wê manewrayê | wan manewrayan |
Bangkirin | manewrayê | manewrayino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | manewrayek | manewrayin |
Îzafe | manewrayeke | manewrayine |
Çemandî | manewrayekê | manewrayinan |
manewra mê
- tedbîr, tetbîqat, gerwerzî, sihêtî, werzanî, liv, bizav, hereket, temrîn, rahênan, libat, hatûçûn, emeliyat, livbazî
Ji wêjeyê
biguhêre- Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk da zanîn ko pakêta AKP-ê ya bi navê vebûna demokratîk pakêtek vala derket û got siyaseta AKP-ê ya derbarê kurdan xapandin e. Turk, hevdîtinên li girava Îmraliyê yên bi serokê PKK-ê Abdullah Ocalan re tên kirin jî wek manewra û helwestên demderbaskirinê bi nav kir û wiha axivî: — Kurd di wê baweriyê de ne ku dewlet berî hilbijartinê dixwaze reaksiyonên kurdan nerm bike, demê pê derbas bike û bi wan re hêviyekê çêke, ji bo wê bi Ocalan re li Îmraliyê diaxive. Lê gel herwiha li benda encamên hevdîtinê jî disekine. Lê ti tiştek dernakeve. Di şûna gavên demokratîk û niyêtên baş de li bajaran hevalên me tên girtin û li çiyayan li dijî gerîllayên bê çalak operasyonên dijwar tên kirin. Vê jî hem baweriya min, hem baweriya gel şikand. — (Rudaw.net, 5/2011)
Etîmolojî
biguhêreBi rêya fransî manœuvre yan îngilîzî manoeuvre ji latînî manus (dest) + opera (çalakî, xebat)
Bikaranîn
biguhêreWerger
biguhêre- Esperantoyî: manovro → eo
- Fînî: manööveri → fi
- Fransî: manœuvre → fr
- Holendî: manoeuvre → nl
- Îngilîzî: manoeuvre → en
- Îtalî: manovra → it
- Mecarî: hadgyakorlat → hu
- Norwecî: manøver → no
- Polonî: manewr → pl, zwrot → pl
- Rusî: манёвр → ru (manjóvr)
- Swêdî: manöver → sv
- Tirkî: manevra → tr, tatbikat → tr
- Yûnanî: μανούβρα → el (manoúvra)