KurdîBiguherîne

RengdêrBiguherîne

Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
kûrûdûr kûrûdûrtir herî kûrûdûr
kûrûdûrtirîn

kûrûdûr

  1. hûrûkûr, jidil, cidî, kûr, dûrûdirêj
    lêkolînek kûrûdûr (lêkolînek ku têr û baş hatiye kirin)

HerwihaBiguherîne

Ji wêjeyêBiguherîne

Filehiya li Meyafarqînê ya di dema Îslamî de. Çavkaniyên ereb li ser derbasbûna ji filehî ya bi musilmaniyê ve ya Meyafarqîna ku navenda mezin a filehiya rojhelat e gelek kêm dinivisînin. Çavkaniyên serîlêdanê yên cihê nîşan didin ku filehî di pey vegirtina Îslamê heta dema niha jî di pêşveçûna xwe de dewam kiriye. Rastiya vê belgeyê bêguman destek û pêşveçûna wê bi riya li piya mayina mîmariya filehiyê ya di vê herêmê de ye. El-Muqeddesî (146) bê şirovekirin vê dinivisîne ku di Dêra Tûma (monastery of Thomas) de ku fersaxek dûrî Meyafarqînê bû, cesedek mûmiya kirî hebû ku digotin yê yek ji şagirtên (hewarî) Îsa ye. Îbn ul-Ezreq di dema Merwaniyan de giliyê hebûna Dêra Melikî [4] dike û ew fileh di hukûmeta dema Merwaniyan de karmendî dikirin (ed. Άwad, 149, 164). Herçend kûrûdûr di dîroka Îbn ul-Ezreq de jê nehatibe gilîkirin jî filehên yaqûbî di ss. 5/11 de li Meyafarqînê xwedî metranî bûne (Vryonis, 53). Îbn Şeddad giliyê bûyerek dike ku waliyê selçûqî Qiwam an Qewam el-Mulk Ebû Elî el Belxî ji dengê çingçinga (naqosê) dêreka Meyafarqînê pir aciz dibe, tevî ku fileh perekî gelek zêde tînin didinê ku hema dest nede dêrê, lê ew pereyê wan li wan vedigerîne û dêrê hildiweşîne (fol.70b). Ev nivîskar bi xwe dinivisîne ku di dema wî bi xwe de (ss. 7/13) li qûntara çiyê li bakurê Meyafarqînê dêrek hebiye (ibid.). Di 936-7/1529 de Tenreyro salixê “dêrên (manastir/ruhbangah) bedew û dêrên (kilîse/îbadetgah) bê serban bi peykerên (abîde) muhteşem ên bi bernivîsên bi xetên yûnanî û li ser dîwaran wêneyên şagirtên Îsa û ezîzan bi rengên gelek bedew û zêr resimkirî” dide. Ew vê jî nîşan dide ku bi tenê hejmarek hindik ê arkinciyên bajêr filehên yaqûbî bûne û bi erebî xeber dane (Itinerario, 376)

(Carole Hillenbrand: The Encyclopaedia of Islam, New Edition, Volume VI, Leiden, E.J.Brill, 1991., wergera ji inglîzî: Rojen Barnas, wergirtin ji malpera: http://amedlideniz21.blogcu.com, 10/2010)

EtîmolojîBiguherîne

kûr + -û- + dûr

Biguherîne

WergerBiguherîne