Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kîs kîs
Îzafe kîsê kîsên
Çemandî kîsî kîsan
Nîşandera çemandî kîsî wan kîsan
Bangkirin kîso kîsino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kîsek kîsin
Îzafe kîsekî kîsine
Çemandî kîsekî kîsinan
 
Kîsek

kîs nêr

  1. Tûr, telîs, torbe, çewal, tûrik, ferde.
  2. Çentikê pare.
  3. (mecazî) Cizdan, berîk, mal(ê kesekî).
    Min ji kîsê xwe kirrî. (Min bi pareyên xwe kirrî.)

Bi alfabeyên din biguhêre

Bide ber biguhêre

Biwêj biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Ji erebî كيس(kîs), hevreha aramî ܟܝܣܐ û îbranî כיס (kîs). Peyv ji mêj ve ji zimanên samî ketiye yên îranî loma wek kîsek di pehlewî û کیسه(kîse) di farisî de jî peyda dibe lê kîsa kurdî bi ihtimaleke mezin yekser ji erebî hatiye deynkirin. Kese ya tirkî, ქისა (k’isa) ya gurcî û քսակ (kʿsak) ya ermenî bi rêya zimanên îranî ji zimanên samî hatine wergirtin. Herwiha bide ber yûnanî κύστις (kystis) > latînî cystis > îngilîzî cyst (mîzdank)

biguhêre

Werger biguhêre

Zazakî biguhêre

Navdêr biguhêre

kîs

  1. Quz.

Herwiha biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî kus, kurmancî quz ji îranî