henûn
Bilêvkirin
biguhêreRengdêr
biguhêrePozîtîv | Komparatîv | Sûperlatîv |
---|---|---|
henûn | herî henûn |
henûn
- tena, aram, rehet, sakin, sernerm
- Bizina me ne hêç e henûn e, heyta ez şîrê xwe giş didoşim qet xwe nalebitîne.
- Ew bavê min ê ku nêzî salekê bû weke milyaketekî baş û henûn bûbû. — (Mihemed Şarman, Pirça Winda, Avesta, 2016, çapa 2em, r. 76, ISBN 978-605-5585-41-9)
- Bi aşkereyî kerba xwe li dijî serbijîşkê henûntir û li hemberî nexweş û xebatkaran nermtir vedirşiya û digot, ez ê di demeke kurt de teskera wî dagirim. — (Sirri Ayhan (wergêr Yaqob Tilermenî), Dansa Berber [arşîv], Na Yayınları, 2014, r. 46, ISBN 9786059017008)
- Çawa ku yê me yê ateîst jî di dawiya dawî de dest bi sondan dike yê me yê herî henûn jî hew te dît da bin guhê zarok û qirpînî jê anî. — (Ronî War/ Avzêm, Zarok [arşîv], diyarname.com, 11.06.2008)
Etîmolojî
biguhêreJi erebî حنون (ḥenûn), hevreha aramî ܚܢܢܐ (xinana: dilnermî, dilovanî, îbrî חנינה (xenîne)
Jê
biguhêreWerger
biguhêre- Fînî: rauhallinen
- Îngilîzî: peaceful, quiet, kind, tender, sympathetic → en
- Tirkî: sakin, ağırbaşlı