Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

  • IPA(kilîd): /tɪˈɾiː/
  • Jihevqetandin: ti·rî

Navdêr biguhêre

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tirî tirî
Îzafe tiriyê tiriyên
Çemandî tirî tiriyan
Nîşandera çemandî tirî wan tiriyan
Bangkirin tiriyo tiriyino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tiriyek tiriyin
Îzafe tiriyekî tiriyine
Çemandî tiriyekî tiriyinan
 
Tiriyê sor.
 
Tiriyê zer.

tirî nêr, t-ya nerm, r-ya nerm

  1. (fêkî) Fêkiyek libhûrik û libên wî bi hev re bi wîşiyan ve çêdibin
    (tiriyê hişkkirî mewîj e; dara ku pê ve çêdibe mêw e; zeviya ku darên wî lê hene rez e û vexwiraka wê ya bialkol mey e).
    • Ne j'cindiyê babet ez î
      Naxut li te tiryan rezî
      Quwwet nehin sêvê gezî
       — (Feqiyê Teyran, )

Pîrepend biguhêre

  • Tu têra xwe re li tirî digerî, an tu li serbira notirî digerî
  • Yekî rezek da yekî, ê dî gûşiyek tirî nadeyê
  • Bavê rezek da lawî, lawî gûşiyek tirî nadeye bavê
  • Bila rezê min li nav rezan be, bila tirî li min heram be
  • Devê rovî negihişt tirî ,got; tirş e
  • Li ber rez nakeve, li ber gûşiyê tirî dikeve
  • Heyva Tebaxê , tirî ket miştaxê
  • Jibo hebek tirî mehserek xirab kirin
  • Rovî têr e, tirî tirş e
  • Tebax e, tirî bûye laxe
  • Tirî, li tiriyê reş mêze dike, reş dibe

Biwêj biguhêre

  • Ji hebek tirî mehserek çêkirin

Bi alfabeyên din biguhêre

Herwiha biguhêre

Têkildar biguhêre

Bide ber biguhêre

Binêre herwiha biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî tirê, herdu belkî ji ermenî [Peyv?], bi ermeniya navîn tolî (mey) ji urartûyî udulî (tirî), têkilî tilletu (tirî) ya akadî, binere tolk. Yan jî hevreha sanskrîtî द्राक्षा (drake), yûnanî τρύγος (trugos), holendî druif, swêdî druva, danmarkî drue, almanî Traube, hemû ji proto-hindûewropî [Peyv?]. Herwiha belkî peyvên slavî jî: sirbî grozd, çekî hrozen, rusî (vîno)grad. Bi zimanên din yên îranî bi pirranî engur e.

Bi zaravayên din biguhêre

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Zazakî biguhêre

Navdêr biguhêre

tirî

  1. tirî