Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

 
çend sepetên cuda

sepet

  1. selik, zembîl, qufik, sevik, sevî, basket,
    amaneke fireh ya ji levenan yan materyalekî din yê nerm çêkirî
    • Bisk û qeter berdane ser guliyane,
      xwe pêçane li textê piştê û qolincane,
      taximekî hûr jê re hûnane,
      xwe berdane ser pêsîr û sepetên derziyane,
      eniya gewr madenê zîv û zêran e.
       — (ji Dastana Memê Alan)

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Bikaranîn biguhêre

  • Selik: navê giştî ye.
  • Sepet: ya biçûk û drêjokî ye, çembilê wê heye...
  • Tebek: Selika nan e...Tebek navê nexweşiyek heywanan e jî
  • Qetûf: selikek mezin e û trî, frîngî û bacan dihê xistin û li pişta keran yan jî a qantiran dikin.
  • Merkep: Selika herî mezin e, havînan li ser xwaniyan vajî dihê danîn û xwarin dihê xistin binê wê...
  • Zembîl: selika bin teng û dev fireh e cil û tiştên din dihatin xistinê .Carinan bi zembîlan zibil ji axur dihat avêtin...
Çavkanî:
  • Dûrzan Cîrano di Koma "Zimanê Kurdî" li ser Rûnameyê de, 12/2012

Etîmolojî biguhêre

hevreha soranî سه‌به‌ته(sebete), farisî سپد(seped) / سبد(sebed), tacikî сабад (sebed), pehlewî *seped. Sepet ya tirkî, سفط(sefeṭ) ya erebî, səbət ya azerî, себет (sebet) ya qazaxî û kirgîzî, savat ya ozbekî û azafate ya spanî (bi rêya erebî es-sefeṭ) ji zimanên îranî hatine wergirtin. Forma kurdî "sepet" bi kirasê tirkîkirî li kurdî vegeriye loma ji "seped" bûye "sepet" - di tirkî de bûye "sepet" ji ber ku tirkî "d" li dawiya peyvan qebûl nake.

Werger biguhêre

Teteriya krîmî biguhêre

Navdêr biguhêre

sepet

  1. selik, zembîl, qufik, sepet

Çavkanî biguhêre

Ev peyv ji wergerên selik hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din] 

Tirkî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

sepet

  1. sepet, selik, kelik, çapûk, zembil, çapîk
  2. tora masiyan kuji zilikan hatiye çêkirin
  1. tiştê ku mîna sepetê hatiye çêkirin
    sepet sandık sindoqa sepetkî