Bi xêr hatî! biguhêre

Silav Ezuez  , bi xêr hatî Wîkîferhenga kurdî!--Ghybu (gotûbêj) 12:37, 28 reşemî 2018 (UTC)

Spas, nav xêrê de bî:) @Ghybu

@ Ghybu, silav, gelo em dikarin gottinên pêşiyan li ser ferhengê zêde bikin?Ev peyama bêîmze ya Ezuez (gotûbêjbeşdarî) e.

Erê. Binêre: Kategorî:Gotinên pêşiyan (Kurdî)--Ghybu (gotûbêj) 15:26, 13 adar 2018 (UTC)Bersiv bide
Ok, spasEv peyama bêîmze ya Ezuez (gotûbêjbeşdarî) e.
Silav. Îmze xwe ji bîr meke . Binêre: Alîkarî:Îmze--Ghybu (gotûbêj) 15:45, 13 adar 2018 (UTC)Bersiv bide

Temam :)--Ezuez (gotûbêj) 15:56, 13 adar 2018 (UTC)Bersiv bide

Dîsa Silav,

Tu dikarî ji min re lînk bişînî ka peyvan çawa li ser wîkî ferheng zêde bikim,sererast bikim.

Spas -- Ezuez (gotûbêj) 21:06, 3 sibat 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav! Binêre: Wîkîferheng:Peyvekê çêke, Wîkîferheng:Format û Alîkarî:Rêziman (Alîkarî:Rêziman#Mînak)--Ghybu (gotûbêj) 21:13, 3 sibat 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav, @Ghybu, hêvîdar im hun baş in, pirseke min heye. Eger peyvek "hoker" be, wekî mînak peyva "berev" û ez bixwazim wateya wê ya "rengdêr" li ser zêde bikim, ez ê çi bikim? Li bin wê da bêjim "===rengdêr=== û wateya wê ya rengdêrî bidim yan peyveke nû çêbikim? Wekî minak wateya "berev" ya hokerî, wekî ber bi derekê yan tiştekî ve çûyîn e" lê ez ê wateya wê ya rengdêrî ya "kesekî ku berev e yanê malê xwe berhev dike, zefî nake", bidim.

Sipas...

Silav Ezuez   Li ser Wîkîferhengê cureyên peyvan tevlî hev nayên kirin. Ji ber ku di nav hevokan de bikaranînên hoker, rengdêr û navdêran heman nînin (cuda ne) / Di nav zimanên din de wergerandina wan jî cuda ne. Ji ber vê yekê ji bo weteya rengdêrê beşeke nû tê çêkirin û wetaya wê peyvê li bin tê nivîsandin (bnr. gotara berî / der). Herwiha bnr. Alîkarî:Cureyên peyvan / Alîkarî:Formata nivîsînê#Mînak.--Ghybu (gotûbêj) 02:00, 3 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide
PS: Mînak bi nivîsa îtalîk (xwahr) tên nivîsandin (''nivîsa îtalîk'' --> nivîsa îtalîk); peyv jî di nav hevokê de stûr tê nivîsandin ('''nivîsa stûr'' --> nivîsa stûr). Beşên vala jî rake. Spas ji bo peyv nû :) --Ghybu (gotûbêj) 02:22, 3 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

Wîkî kod biguhêre

Dîsa silav. Çend agahî ser wîkî kodê:

  • Bo lînkên hundirê Wîkîferhengê:
    [[peyv]], mînak: [[kirin]]kirin
    bnr jî: [1]
  • bo lînkên derveyê Wîkîferhengê:
    [Lînk nav], mînak: [http://ferheng.org/ Ferheng]Ferheng
  • Nivîsên stûr: '''...''', mînak: Wîkîferheng '''ferhenga''' azad → Wîkîferheng ferhenga azad
  • Nivîsên xwahr (îtalîk): '''...'' mînak: Wîkîferheng ''ferhenga'' azad → Wîkîferheng ferhenga azad

--Ghybu (gotûbêj) 10:53, 14 adar 2018 (UTC)Bersiv bide

Peyva azinte biguhêre

@Ezuez: Ev peyv azinte dê were betalkirin, ji ber ku bêçavkanî ye. Eger tu nexwazî ev rûpel were betalkirin, sedema wê li gotûbêja rûpelê binivisîne.--Balyozxane (gotûbêj) 16:06, 6 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

@balyozxane:Silav, çavkaniyeke çawa lê zêde bikim? Ev peyvek e , di devoka serhedê de tê bikaranîn, min bixwe jî bikar aniye û ji devdora xwe zehf bihistiye. Min devkî bihîstiye, nivîskî nedîtiye, nexwendiye. Loma çavkaniyeke nivîskî tune, jixwe min hevokeke mînak nivîsandiye.

Balyozxane heta meheke dî na ê Wîkîferhengê. Ez nizanim ma ji pirtûk û malpera pêve yek karê çavkanîya li peyvekê zêde bikê. -- Guherto (gotûbêj) 22:10, 25 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

Dengdana Rêbaznameya Wîkîferhengê biguhêre

Silav Ezuez. Dengdaneke li ser Rêbaznameya Wîkîferhengê heye. Ji kerema xwe re here dengdanê Wîkîferheng:Dengdan/Rêzik/Rêbazname û fikrên xwe bibêje. --Balyozxane (gotûbêj) 21:32, 9 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide