Gotûbêj:pê lê kirin

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Guherto ve di mijara Awayê rast de

Awayê rast biguhêre

@Bikarhêner, Ghybu, Eyyubfirat, û Mohajeer:@Jiju, Pispor, Ferhengvan, û Cyrus the virus: @Guherto, Şêr, Zinarê Meley, û Hakîmo: Silav hevalno.
pê lê kirin, pêlî kirin, pêlê kirin. Bawer im ew hemû guhertoyên heman peyv in. Ez dibêjim em wan yek bikin. Yek ji wan wek standard hilbijêrin. Sedem jî ew e: ew peyv pê lê kirin --> ne pê li (tiştekî) kirin e lê pêlê tiştekî kirin e. Bawer im ji ber wê gengeşiyê hin kes vê peyvê wisa pê li kirin dinivîsin. Ez li Sirucê pêlê kirin gelek dibihîzim. Li cem we çawa ye? Hûn çi dibêjin?--Balyozxane (gotûbêj) 18:59, 27 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

Orjînala wê pê li wê/wî kirin e Mohajeer (gotûbêj) 19:03, 27 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Hingê, ez ê mînakên wek "pê li tiştekî kirin" li pê lê kirinê zêde bikim. Û peyveke pê li kirin jî çêbikim û jê re binêre pê lê kirinê zêde bikim. Bila sergêjî çênabe. --Balyozxane (gotûbêj) 19:43, 27 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

Ev lêker "pê lê kirin" e û hemû ferhengên çapkirî bi vî awayî dinivîsin. Eger em bixwazin vê lêkerê ji hev bikin û binivîsin, hingî divê em wek "pê li tiştekî yan kesekî kirin" binivîsin. Eyyubfirat (gotûbêj) 19:53, 27 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane:Te jî lor nivîsandiye û di mînakan de jî tê dîtin, "pê lê kirin" tenê formeke "pê li (tiştekî) kirin" (pê li kirin) e ji ber ku dema ku (tiştekî) = "wê/wî": li + (wê/wî) = . Bi min ew gotara tenê li ser forma pê li wê/wî kirin e = ''pê lê kirin e... --Ghybu (gotûbêj) 20:32, 27 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane, Ghybu, Eyyubfirat, û Mohajeer:@Jiju, Pispor, Ferhengvan, û Cyrus the virus: @Guherto, Şêr, Zinarê Meley, û Hakîmo: Merheba hevalino. Eslê vê peyvê "pê lê kirin" e, lê wek "pêlî wî/vî/wê/vê kirin" jî tê bikaranîn. Ango ji bo vê lêkerê ev herdu awa jî rast in. Gotara "pêlî kirin" yê mewcûd jî wek "pêlî (tiştekî) kirin" were guhertin wê baş be. Çimkî ev peyv tenê bi van şiklan likar e, an wê bibe "te pêlî wî kir?" an jî wê bibe "te pê lê kir?". Lê di heyata xwe ya normal de li cem me dibêjin "te pêl lê kir?" bawer im awayê "pêl lê kirin" jî dibe ku bi awayekî şaş çêbûbe, lê li cem me tê bikaranîn (wek têgeha "dest pê kirin"ê, li cem me ev peyv jî wek an wek "te des pê kir" an jî wej "te dest pê kir" tê bikaranîn).
Gotinên "pêlî (tiştekî) kirin" û "pêlê (tiştekî) kirin" jî eynî ne. -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:25, 27 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane, Ghybu, Eyyubfirat, û Mohajeer:@Jiju, Pispor, Ferhengvan, û Cyrus the virus: @Guherto, Şêr, û Zinarê Meley: Merheba, ez reşwî me. Li gundê min vê ra dibêjin pê lê nan. --Hakîmo (gotûbêj) 14:24, 28 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Em dibêjin "pê lê kirin" (yan jî "pêlê kirin", nizanim kîjan baştir nivîsî ye). -- Guherto (gotûbêj) 21:44, 28 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "pê lê kirin".