Gotûbêj:merîyên merîyan zêrên veşartî ne

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Ghybu ve di mijara Çavkanî û agahiyên peyvê de

Çavkanî û agahiyên peyvê biguhêre

@Eyyubfirat: Merheba bira. Te di rûpelê de ti agahiyeke derbarê vê gotarê de nedaye. Û te çavkaniya biwêjê jî diyar nekiriye. Xêra xwe ku ev agahî / çavkanî di destê te de hebin li gotarê zêde bike, nexwe em ê ji ber kêmasiyên di gotarê de vê gotarê piştî mehekê jê bibin. Spas ji bo beşdariyên te.

Herwiha dixwazim vê jî bêjim: Di Ferhenga Gotinên Pêşiyan ya M. Çiya Mazî de ev gotin eynen derbas nabe, lê gotineke nêzîk yê bi şiklê "Merivê merivan çiqas xirab be, zêrê merîyatî veşartî ye" peyda dibe. Ev gotin ne ew be? -- Bikarhêner (gotûbêj) 04:16, 17 sibat 2020 (UTC)Bersiv bide

Merheba ez @Eyyubfirat, ev biwêj li navçeya Aldûşa ser bi Semsûrê tê gotin. Wekî "Merîyên merîyan zêrên veşartî ne"

@Mohajeer: @Bikarhêner: Silavên jidil li ser we be hevalên delal. Herwiha tu bi xêr hatî @Eyyubfirat: , beşdariya te ya li vê ferhengê gelek muhim e. Hevalno, ez ne digel wê yekê me ku em peyvên herêmî ên ku ne di ferhengan de derbas dibin li ser ferhengê jê bibin. Ez bi rastî li hember vê helwestê me. Neynesiya wê ew e ku hemû gotinên pêşiyan ên kurdî nehatine berhevkirin û bi taybetî li herêmên wekî Meletî, Meraş, Semsûrê kurdî gelek kêm hatiye tomarkirin û berhevkirin. Û ev herêm, xwediyê bi sedan gotinên gelek biqîmet e û beşdariya kesên ji wan herêman divê bi xurtî bê teşwîqkirin û handan. Eger em werin li ser gotina pêşiyan a navborî jixwe guhartoyên wê yên nêzîk di herêmên din de peyda dibin, gelek asayî ye ku formên cuda li herêmên cuda peyda bibin. Em dikarin beralî bikin an jî hişyariyê deynin heta maweyeke diyarkirî da ku meriv li ser bifikire û eger hebe çavkaniyan berdest bike. Ez dixwazim ev peyv hebe heta ku me ji çend kesan da piştrastkirin. Silav û hez.--Bibliophile (gotûbêj) 19:21, 18 sibat 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav, ez @eyyubfirat. Ez jî gelek kêfxweş im ku di nav we de me. Heta niha peyvên ku min li vê ferhengê zêde kirine, yek du heb ne tê de, hemû ji Aldûşa ser bi Semsûrê ne. Ez bi taybetî ji bo ku peyvên li Aldûşê li vir zêde bikim beşdarî vê ferhengê bûm. Bi rastî gelek peyv û biwêj û gotinên pêşîyan hene ku di tu berhemeke nivîskîya bi kurdî de cih nagirin. Lewma bi ya min di beşa çavkanîyê de, tenê herêma ku ev peyv û biwêj û gotinên pêşîyan tên gotin were gotin bes e. Eger em xwe tenê bi peyvên di nav berhemên nivîskî de sînordar bikin, ev yek dê rê li ber berfirehtirbûna vê ferhengê bigire.

@Bibliophile, Eyyubfirat, Bikarhêner, Şêr, Ferhengvan, Jiju, û Pispor: Min kategoriya Kategorî:Peyvên kurdî li gorî herêman çêkir . Bi vê şablonê (şablon:dever) tên zêdekirin, mînak: [1], [2]--Ghybu (gotûbêj) 11:06, 19 sibat 2020 (UTC)Bersiv bide

Hevalên hêja :@Bibliophile, Eyyubfirat, Bikarhêner, Şêr, Ghybu, Jiju, û Pispor: Pêşî bixêrhatineke gelek germ bo kekê hêja Eyyub Firat! Helbet eger çavkaniyên nivîskî hebin, baş e ku werin dayîn. Lê ji bo formên devokî yên gotinên pêşiyan gelek caran ne hêsan e ku mirov çavkaniyên nivîskî peyda bike. Eger tine bin, mirov divê diyar bike ku ew gotin li kîjan deverê heye. Bi diyarkirina deverê, hevalên ferhengsaz dikarin - eger pêwîst be - ji kesên din yên wan deveran bipirsin û piştrast bikin. Silavên germ! --Ferhengvan (gotûbêj) 20:17, 19 sibat 2020 (UTC)Bersiv bide

Hevalanê hêja @Bibliophile, Bikarhêner, Şêr, Ghybu, Jiju, û Pispor: @Mohajeer: @Bikarhêner:, ez dixwazim hin maddeyan ji zimanê îngilizî û farisî bo kurmancî wergerînim, lê nizanim ez ê çawa bikim. Gelo hûn dikarin min agahdar bikin bê ka ez ê çawa bikarim madeyekê li wikipediayê zêde bikim. Spas ji niha ve. Ev peyama bêîmze ya Eyyubfirat (gotûbêjbeşdarî) e.

@Eyyubfirat: Merheba bira. Di Wîkîpediya kurdî de li beşa lêgerînê -ku li aliyê rast-jorê malperê ye- li sernava gotarê ku tu dixwazî çêkî bigere. Mînak ji bo ku gotara derbarê "Dewra Jomonê" de çêkî, li beşa lêgerînê "Dewra Jomonê" binivîse û lê bigere.
Ger tine be wê binivîse "Rûpela "Dewra Jomonê" çêke! Ti rûpelên wek ya daxwazkirî nînin."
Pêl bike ser "Dewra Jomonê" û li rûpela vala dest bi nivîsandina agahiyên gotarê bike. -- Bikarhêner (gotûbêj) 00:28, 13 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide

Zor spas @Eyyubfirat:

@Ghybu û Balyozxane: Ev gotûbêj vala maye, rûpela esasî hatiye jêbirin, em vê rûpela gotûbêjê jî jê bibin? -- Bikarhêner (gotûbêj) 15:53, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu û Bikarhêner: Bi ya min em vê rûpelê dîsa çêbikin. Jixwe dibêje ew biwêj li Aldûşê tê bikaranîn. Wek peyveke folklorîk bila li vir bimîne. Ne wisa?--Balyozxane (gotûbêj) 15:56, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Erê dîsa were çêkirin...--Ghybu (gotûbêj) 15:59, 29 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "merîyên merîyan zêrên veşartî ne".