Gotûbêj:birayêt

Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê Ferhengvan ve di mijara Herêm de

Herêm biguhêre

Silav Ferhengvan. Peyva birayêt li kîjan herêmê de tê bikaranîn? Ghybu (gotûbêj) 21:31, 26 sibat 2023 (UTC):Bersiv bide

Silav Ghybu. Di kurmanciya rojhilatî de: bo nimûne li Behdînan, Hekariyan û Ûrmiyê. --Ferhengvan (gotûbêj) 21:33, 26 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
Li wan herêman hemû formên îzafeyî yên pirhejmar bi paşgira -êt/-yêt in, ne wek kurmanciya navendî bi -ên/-yên. --Ferhengvan (gotûbêj) 21:35, 26 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
@Ferhengvan:. Spas! Min lê zêde kir: [1] Ghybu (gotûbêj) 21:37, 26 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
Gelek spas! --Ferhengvan (gotûbêj) 21:39, 26 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide

@Ferhengvan: Hîvî ji te dikem, arî min bike da ez destnivîsên Ehmedê Xanî û ên Melayê Cizîrî û ên Feqiyê Teyran û ên Melayê Bateyî tomar kem. (Balyozxane û Ghybu nahêlin ez tomar kem. Peyva kirmanc jî bê delîl kirine "guhartoyek"e kurmanc — û gelek peyvên dî jî herwesa.) Ez zimannas im û bi hemî zaravayên kirmancî (kurdî) dizanim û dişêm destnivîsên wan serast wergêrim û tomar kem jî. Lê gelek mixabin ku nahêlin ez tomar kem. Heta ku delîl çê nebit jî bila peyv-meyvan hema nekene "guharto". (Peyva birayêt jî bi heman şêweyî bê delîl kirine "guharto" — belkî jî birayên guhartoya birayêt bit.) Sipas! --Hakîmo (gotûbêj) 22:45, 26 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav @Hakîmo, Ghybu, û Balyozxane:, gelo we li ser vê mijarê berê li dereke din gotûbêj kiriye û/yan biryar daye? Eger we berê danûstandin bi hev re li ser mijarê kiribe, dixwazim pêşî nêrînên we li ser wan bixwînim berî ku nêrînên xwe bibêjim. --Ferhengvan (gotûbêj) 07:01, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
@Ferhengvan: Tiştekî seyr e ku ez agehdar nebûm gava te bersiv daye. --Hakîmo (gotûbêj) 08:08, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav Hakîmo, tu dikarî lînka wê danûstandina we ya derbarê vê mijarê bidî min. --Ferhengvan (gotûbêj) 08:24, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
@Ferhengvan: Bila ên dî bidene te (eger hebit) çunkî bi rastî ez nizanim ka heye yan ne — eve ji mêj e were ku ez lêre xebitîm. --Hakîmo (gotûbêj) 08:39, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
@Ferhengvan: Merheba. Li vir me bi qerarekê hevpar krîterên tevlîkirinê aniye ji bo tevlîkirina gotaran li ser Wîkîferhengê. Divê em tev riayeta van krîteran bin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 09:09, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
Ji bo standardkirinê jî me van krîteran bijartiye: Wîkîferheng:Rêzikên standardkirinê. -- Bikarhêner (gotûbêj) 09:16, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner: Baş e lê dev ji guharto-muhartoyan berden. Hewe peyva hembêz jî bo nimûne kiriye guhartoya himêz — belkî jî ters bit. Êdî dev ji wê sextekariyê berden — bila delîl hebit ya ku dişêt piştrast ket ka kîj filanpeyv guharto ne. Silava Xudê li hewe bit. --Hakîmo (gotûbêj) 09:28, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav Hakîmo Keko, mantiqen him "hembêz", him jî "himêz" li ser Wîkîferhengê bidetay cih bigirin ev yek xelet e. Li ser Wîkîferhengên din jî wisa dikin. Peyvên ku gelek formên wan hene, tenê li ser forma standard bi berfirehî agahî didin, yên din beralî dikin forma standard. Helbet di formên nestandard de jî agahiyên wekî "nimûneyên ji wêjeyê" û hin agahiyên din jî tên dayîn.
Li ser peyva "himêz" û "himbêz" jî dixwazim vê bibêjim ku wê peyvê ne min ne jî yekî din beralî nekiriye. Ew peyv jixwe gava ku hatiye çêkirin, çêkerê peyvê beralî kiriye rûpela "himêz". Yê ku wê peyvê çêkiriye jî dîsa hêja Ferhengvan e. Ji xeynî van, ger peyvekê hatibe beralîkirin û li gor te formeke nestandard wekî forma standard hatibe diyarkirin, divê em Şablona "daxwaza standardkirinê" deynin ser wê rûpelê ji bo ku awayê standard were bijartin. Ev yek jî ne tiştekî zehmet e. Me isûlê wisa diyar kiriye, û ev isûl jî ji bo me xeyet mantiqî tê xuyan. Dîsa ger ji vê isûlê re jî rexne an îtirazekî te hebe, wê jî dikarî ji me re diyar bikî û dikarî daxwaz bikî ku isûla diyarkirina forma standard bi dengdanekê din were rastkirin an guherandin. Spas. -- Bikarhêner (gotûbêj) 09:45, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner: Ma tu nizanî ka guharto tête çi maneyê? --Hakîmo (gotûbêj) 10:10, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
Kekên hêja, @Hakîmo, Bikarhêner, Ghybu, û Balyozxane:, ezbenî, armanca me hemûyan dewlemendkirin û tekûzkirina vê ferhengê ye loma divê em hewl bidin çêtir hev fehm bikin û beramberî hev bitehemil bin. Kek Hakîmo, te li jor gotiye ku heval rê nadin tu berhemên klasîk qeyd bikî lê min tam fehm nekir ku çawa rê nadin. Min ji cenabê te lînka wê danûstandinê xwest lê te neda. Ez bawer nakim ku heval li dijî tiştekî wisa hêja bin. Dibe ku ew ji aliyê teknîkî ve dixwazin ku bi awayekî lihevkirî were kirin. Di meseleya "guherto/guharto" de wisa dixuye ku tu peyvê zêde herfiyen fem dikî. Di ferhengê de mebesta me ji "guherto/guharto" ne ew e ku peyvek guheriye/hatiye guherandin yan "deforme" bûye. Mebesta me tenê ew e ku ew guhertoyeke anku varyanteke/versiyoneke peyvekê ye. Mesele ne ew e ku formek ji ya din orijînaltir/resentir yan "rasttir" e. Mesele tenê ew e ku di kurmancî de formek pirtir tê bikaranîn û di zimanê nivîskî de ji ber bikaranîna berbelav bûye forma standard. Bo nimûne, di devoka min de (Zaxo, Behdînan) em dibêjin "birayêt min". Lê ez israr nakim ku ew standard be ji ber ku ez baş jê haydar im ku forma "birayên min" gelekî zêdetir di kurmancî de tê bikaranîn. Niha min li Google jî bi gerîna li gotinên "birayêt wî" û "birayên wî" ceriband. Min dît ku forma "birayêt wî" tenê 72 encaman dide lê forma "birayên wî" 180.000 encaman tîne. Di rewşeke wiha de miletekî bi zelalî ji xwe re formek hilbijartiye. Ne hedê min yan yê ti kesekî din e ku dijî vê rastiyê serê xwe li dîwaran bide. --Ferhengvan (gotûbêj) 10:46, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Min li ku derê te nahêlî ku tu tomar bikî? Bnr. gotûbêja me: Gotûbêj:xwedan. Zimanê ku tu bikar tinî ne ansîklopedîk e û gotar bi formata çewt hatiye nivîsandin... Ghybu (gotûbêj) 10:53, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
Ez jî vê şablonê pirr hez nakim feqet şûnda wê navê herêmê pêwîst e. Ghybu (gotûbêj) 11:04, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu, Bikarhêner, û Ferhengvan: (Hûn di peyva guharto nagehin, û ez êdî naxwazim hewl bidem hewe tê bigehînim.) Balyozxaneyî bo nimûne evehe [2] bê sebeb jê biriye. Ez xwe ji Şeytanê recîm dispêrime Xudê. Silava Xudê li hewe bit. Hûn çi diken biken. Xudê jî çi gotiye? Gotiye: Eger tu bi ya piraniya ên di erdê da jî bikey dê te ji riya Xudê bi derêxin — tinê di pey pûnijê diçin û ew di tinê dişitirin. (6:116) — anku demokrasî û Google û peyvên ku piraniya ferhengan tercîh diken qet çê nabin lê bi delîlan çê dibin. --Hakîmo (gotûbêj) 11:40, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo:, ezbenî, bêhna xwe fireh bike. Em gelek baş fehm dikin ku "guherto/guharto" ji "guhert/guhart" anku "guherand, teẍeyr kir, bedil kir, degîş kir" û paşgira -o (ji ya soranî) hatiye çêkir û herfiyen wateya "guherandî/guhartî/guhertî" dide lê niha ew wateya "varyant, versiyon" dide. Gotûbêjên li ser ziman bi xwespartina Xwedê/xwedayan yan recimandina mirovan nabe (em ne pêxember û ewliya ne û hêvîdar im ku tu jî xwe tiştekî wisa nehesibînî). Danûstandinên li ser ziman bi mentiqê û bi guhdarîkirina xelkê dibe. Eger bi wan şert û mercan dixwazî, kerem bike em bidomînin. Bi silavên germ re --Ferhengvan (gotûbêj) 13:48, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu, Bikarhêner, Ferhengvan, û Balyozxane: Gelî kafiran: ez xizmeta ê ku hûn xizmetê diken nakem; ne jî hûn xizmetkarên ê ku ez xizmetê dikem in; ne jî ez xizmetkarê ê ku hewe xizmetê kiriye me; ne jî hûn xizmetkarên ê ku ez xizmetê dikem in. Bo hewe dînê hewe; û bo min jî dînê min. --Hakîmo (gotûbêj) 14:48, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo:, tekfîr jî di dereceya herî bilind de blokkirinê heq dike. Me jî Qur'an xwandiye (heta gelek jê wergerandiye jî [[3]]) lê me bêrêzî li te nekiriye heta ku tu heq ji xwe re bibînî ku me wek kafir ragihînî! --Ferhengvan (gotûbêj) 14:59, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu, Bikarhêner, Ferhengvan, û Balyozxane:
Gotinên Xudayê Mezin û Dilovan
[...] Û kî bi ê ku Xudê hinartiye hukim naket, ewên he kafir in. (5:44)
Eger tu bi ya piraniya ên di erdê da jî bikey dê te ji riya Xudê bi derêxin — tinê di pey pûnijê diçin û ew di tinê dişitirin. (6:116) --Hakîmo (gotûbêj) 15:14, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo:, ezbenî, te riya xwe şaş kiriye. Cihê ku tu hatî ferheng e, ne tekiye yan xilwetxane ye. --Ferhengvan (gotûbêj) 15:24, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
@Ferhengvan: Bo te karên te, û bo min jî karên min. Silav li te! Ez li nezanan nagerim. --Hakîmo (gotûbêj) 15:31, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
@Ferhengvan: Bo te karên te, û bo min jî karên min. Silav li te! Ez li cahilan nagerim. --Hakîmo (gotûbêj) 15:31, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo:, ser çavan, ezbenî. Li ser karên xwe yên hêja berdewam be. Bo nimûne, di jêgirtinên ji edebiyata me ya klasîk de tu karekî hêja dikî. Û ji bîr neke: إِنَّ اللّهَ مَعَ الصَّابِرِينَ --Ferhengvan (gotûbêj) 15:40, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
@Ferhengvan Problema min bi Hakîmo re ev e [4]. Dema meriv jêgirtinek lê zêde dike, gereg kitêba ku bi kar aniye binivîse. Bêyî diyarkirina kîjan destxet tên bikaranîn, lêzêdekirina jêgirtinan ne tiştekî ensîklopedîk e ji ber ku meriv nizane li gorî kîjan standardê ew tê transkrîbekirin. Balyozxane (gotûbêj) 15:54, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav Balyozxane, rast dibêjî, divê çavkaniyên jêgirtinên edebî baş werin diyarkirin. Silavên germ! --Ferhengvan (gotûbêj) 21:48, 27 sibat 2023 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "birayêt".