Gotûbêj:Ûrmîye

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Hakîmo ve di mijara Standarda nivîsînê de

Standarda nivîsînê biguhêre

silav @Ghybu: ev peyv wisa hat standart kirin. Wek Ûrmîye--Rewiye tine (gotûbêj) 16:21, 6 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Silav Rewiye tine. Bi rastî nizanim :) Li ser Wîkîferheng û Wîkîpediyaya kurdî standardeke din heye: îy --> iy ...--Ghybu (gotûbêj) 16:27, 6 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Ev qaîdeya ha bo navên taybet nabe. Navên taybet îstîsna ne. Mînak tu dikarî navê şadîye bikî şadiye. We gavê keçik bêjê te navê min rast bêje :D. Herwiha li gor çavkanîya herî zêde Ûrmîye derket. Min nezikî çil ferhenga nêrî.Rewiye tine (gotûbêj) 16:37, 6 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine: Navên taybet îstîsna ne Erê ji bo navên ne kurdî witira ye feqet li vira mijar li ser bajarekî erdnîgariya Kurdistanê ye: nav di alfabeyeke din de nehatiye guharandin. Ji ber vê yekê li gorî rêzimana kurdî tê nivîsandin. Herwiha li vira pirsgirêk rêziman e ji ber ku "Ûrmîye" û "Ûrmiye" yek in. Nêrînên bikarhênerên din jî hewce ye :) @Balyozxane, Guherto, û Bikarhêner:--Ghybu (gotûbêj) 16:55, 6 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Merheba @Ghybu, Rewiye tine, Balyozxane, û Guherto: Qaîdeya "îy --> iy" ji bo hemû peyvên bi kurdî ne, navên kurdî nabin îstîsna. Bi ya min jî divê wek "Ûrmiye" be. Ev qaîdeyeke isûlî ye, ne esasî ye, ango nav esasen naguherin, tenê isûlen wisa tên nivîsîn. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:33, 6 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu, Bikarhêner, Balyozxane, û Guherto: ez vê meseleyê ha dijî we me. Li gor nivîsînê bîya we divê 'Ûrmiye' be, min vî fam kir lê wexta werê xwendin yê çawa were xwendin? Ûrmiye an Ûrmîye. Yanê ev qaîdê tenê di nivîsê de an hem nivîs hem xwendinê de derbasdar e? Eger hem di nivîs hem xwendinê de wisa be, vî avayî hûn kelîmeyê ji resenîya wî dûr dixin. --Rewiye tine (gotûbêj) 18:06, 6 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine: Hêja Rewiye tine, nivîsîn û xwendin qadên ji hev cuda ne. Ger wek Ûrmiye were nivîsîn ev nayê wê maneyê ku divê îllahî wek Ûrmiye were xwendin. Yanê ev qaîdê tenê di nivîsê de an hem nivîs hem xwendinê de derbasdar e? Ango cewaba vê pirsê te "na" ye. -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:54, 6 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu, Rewiye tine, û Bikarhêner: Qasî ku dibînim hevalê Rewiye tine tiştekî xelet nekiriye. Li gorî çavkaniyan divê Ûrmîye be. Heke kesek hebe çavkaniyên Ûrmiye bibîne hingê em dîsa dikarin bikin Ûrmiye lê niha standarda me Ûrmîye ye.--Balyozxane (gotûbêj) 20:12, 7 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane, Rewiye tine, Ghybu, û Bikarhêner: Merheba hevalno. Elfabê & bingehên kurdmancî ji Celadet Alî Bedirxan bixwînin. Tê de tenê yek "îy" heye. Ew jî ji bo "tirkîye" ye. Ji ber ku ew ne peyvek e, ew navek e. (Rûpel 105 herî xwar) -- Guherto (gotûbêj) 20:32, 7 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Li gorî çavkaniyan divê Ûrmîye be. Kîjan çavkanî hatine bikaranîn? Di nav wan çavkaniyan de norma îy --> iy nayê bikaranîn ji ber vê yekê witira nivîsandine
çavkaniya 2em: Kurmancî, Faûna Semender, beq, req, kûsî:
Hewlêr bajarekî gelekî kevn e û xwedî dîrokeke dûr û dirêj e. Despêka wê, li gor hindek çavkanîyan, diçe heta 7-8 hezar salî berî niha. Navê wê di dema sumerîyan de wek Urbîlîum derbas dibe. Ev nav di dema asûrîyan de bûye Urbîlîm û piştre Arbêla. Bi dû re, di zimanê suryanî de bûye Arbêl, bi erebî Erbîl û ji wir jî di kurdî de bûye Hewlêr /Hevlêr. Hewlêrê di bin destê sumerîyan, asûrîyan, medîyan, axîmenîdîyan, makedonîyan, partîyan, sasanîyan, selçûq û osmanîyan de roleke mezin lîstîye.
çavkaniya 3em, Kurmancî, [1] û çavkaniya 4em jî witira ne...
Min li jor jî got li vira pirsgêrek ew çavkaniyan li gorî kîjan normê hatine nivîsandin e...
Herwiya li vira (en) Michael L. Chyet. Ferhenga Kurmancî-Înglîzî, Yale University Press, 2003 → PDF Ûrmiye hatiye nivîsandin
--Ghybu (gotûbêj) 22:08, 7 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Tê de tenê yek "îy" heye. Ew jî ji bo "tirkîye" ye. Erê yek carê "tirkîye" nivîsandiye feqet şeş carê jî "tirkiye" nivîsandiye (r. 104, 105, 106, 109)  --Ghybu (gotûbêj) 22:25, 7 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Ew ferhenga wî ya gelekî kevn e, di ya 2020 de "Ûrmîye" nivîsandiye, û ti peyvên ku bi "u" dest pê dikin nînin (ji xeynî beralîkirinin: Ukrayna -> Ûkrayna, Ukraynî -> Ûkraynî, ...). -- Guherto (gotûbêj) 22:34, 7 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu, Bikarhêner, Balyozxane, û Guherto: Ez rasterast ne dijî 'norma îy --> iy' me. Li vir mesele rewşa zimanê me ye. Eger mirov Ûrmiye binîvîsê yê çend heb ji me Ûrmîye bixwîne? Îro bakur mafê hînbûna ziman nîne. Divê biryar hinek li gor vî jî were dayîn. Mînak di ingilîstanê de xwendin û nivisîn cuda ne. Zarokê wir heta lîsê zehmetiya vî dikişînin. Ez çend ingilîs nas dikim hêja nizanin hin kelîme çawa bixwînin. Biya min rewşa a niha xwendin û nivîsin wekhev be menfate me ye.'Norma îy --> iy' çi menfeat dide me hûn dikarin ji kerema xwe re diyar bikin?--Rewiye tine (gotûbêj) 11:29, 9 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Rewiye tine: Merheba, ezbenî. Bi erebî أرومية (ʾUruwmiye(t)) u bi farisî ارومیه (Uruwmiye) ye, lê me biryar daye ku em "uw" li pêş dengdaran bikîne "û", herwiha me biryar daye ku em "iy" li pêş dengdaran bikîne "î", u ji ber ku "iy"ê di Ûrmiye da li pêş dengdêrekê ye, me neguhart. Nexwe Ûrmiye wek Ûrmîe tête xwendin. Ma tu nihe tê gihiştî, heval? -- Hakîmo (gotûbêj) 11:54, 9 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Ûrmîye".