Bilêvkirin

biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şehadet şehadet
Îzafe şehadeta şehadetên
Çemandî şehadetê şehadetan
Nîşandera çemandî şehadetê wan şehadetan
Bangkirin şehadetê şehadetino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şehadetek şehadetin
Îzafe şehadeteke şehadetine
Çemandî şehadetekê şehadetinan

şehadet

  1. bawername, govanname, îcaze, dîploma, karname, sertîfîkat, destûrname, brove, izinname, hewiyet, şehadetname,
    belgenameya ku mirov pê dikare diyar bike ku mirovî destûr heye tiştekî bike,
    belgenameya ku diyar dike ku kesek di karekî de bi ser ketiye
    şehadeta dibistanê,
    şehadeta pêşbaziyê,
    şehadeta masteriyê
  2. şahidî, govanî, şahidbûn
  3. pakrewanî, şehîdbûn, şehîdketin
  4. soza dînî, şertê dînî,
    (di îslamê de Eşhedu en la îlahe îlla Ellah we eşhedu enne Muhemmedun resûl Ellah.)

Ji wêjeya klasîk

biguhêre
  • Ez ko di de'wa 'aşiqî kifşe dikit zeban derew
    Ketmê şehadetê dibit wê se'etê bi şehde ferd
    Cebhet û dêm û gerdenê perde dema ji ber biret
     — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)

Têkildar

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji erebî شَهَادَة(šahāda).