înternat
Navdêr
biguhêreZayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | înternat | înternat |
Îzafe | înternata | înternatên |
Çemandî | înternatê | înternatan |
Nîşandera çemandî | wê înternatê | wan înternatan |
Bangkirin | înternatê | înternatino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | înternatek | înternatin |
Îzafe | înternateke | înternatine |
Çemandî | înternatekê | înternatinan |
înternat mê
Bide ber
biguhêreJi wêjeyê
biguhêre- Siyaseta asîmîlasyonê ya hikûmeta tirk hema bêje bi ser ket. Li bajarên mezin, wê dibistanên înternat saz kiribûn û ciwanên kurd pênc salên xwe yên perwerdeya seretayî ya mecbûrî bi şevûroj li wan dibistanan derbas dikirin. Bikaranîn a zimanê kurdî li wir qedexe bû û ciwanên kurd, li gel fêrbûna zimanê tirkî, diviyabû bibin welatîyên tirk ên maqûl, kemalîstên baş. Gelek caran, malbatan jî –ji ber egerên aborî– di vê kampanyaya pişaftinê de hevkarîya sûc dikir. Mamosteyekî mîlîtan ku îro di nav rêxistineke kurd de cih digire, li ser mijarê ji jiyana xwe vê serpêhatîyê vedibêje: "Bavê min neteweperwerek bû û tevlî tevgera Şêx Seîd bûbû. Lê belê em deh xuşk û bira bûn; erdê bavê min pir hindik bû û wî êdî dixwest dawî li wê destengî û xizanîyê bîne. Wî dixwest ez bibim mamoste. Li Kurdistanê, wergirtina dîplomaya mamostetîyê, weke xewnekê ye, ew bi awayekî ji awayan misogerkirina serxwebûna aborî ye. Ji bo vê yekê jî, zimanê kurdî, berevajî, ti feydeya wî tunebû. De îca, eger we divê, bawer bikin, bavê min pir dixwest em li malê bi tirkî biaxivin –û her cara ku me peyveke bi kurdî bikar dianî, diviyabû me pênc çerxî bavêta qutîyeke piçûk a li malê." — (Chris Kutschera: Lawaziya berxwedaneke parçebûyî, wergerandin: Baran Nebar, Lemonde-kurdi.com, hejmar 16, 3/2011)