Tewandina tifik  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tifik tifik
Îzafe tifika tifikên
Çemandî tifikê tifikan
Nîşandera çemandî tifikê wan tifikan
Bangkirin tifikê tifikino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tifikek tifikin
Îzafe tifikeke tifikine
Çemandî tifikekê tifikinan

tifik

  1. Ocaxeke ji axê tê çêkirin e. Pêşiya wê vekirî ye û sê aliyê wê girtî ne. Mirov beroş an firaxek din ya mezin ku ji bo xwarin pijandinê tê bi kar anîn datîne ser.
    Welehî jina te kevaniyek hêja ye, şîva me li ser tifikê çêdike. Ji wexta ku em çûne bajar û pêve ez bi hesreta xwarinekê me ku li ser agirê tifikê hatiye çêkirin.
    • Gava ku di dêrî re derbasî hundir bûbû, dîtibû ku xaltîka wî, Siltanê li ber tifikê ye, kitana wê xwe bera ser kirasê wê yê spî û gulgulî daye. — (Mîran JanbarQolyeya CécileêWeşanxaneya Lîs2012, çapa 1em, r. 119, ISBN 9786054497010)
    • Di wî heyamê zaroktiyê de jî, xwarina her malekê di gund de li ser agirê tifika ku di hundirê malê de hebû, dihat çêkirin. — (Konê Reş, Ji Evîna Rojên Kevin: Tifik, Bixêrîk û Ardiwê Malê [arşîv], welateme.info2018)
    • şopa xwînê riya wê bi gundekî çiyê dixe
      ”Xwedê yek e dergeh hezar in” dibêje
      Kebaniya li ber tifikê
      û memika xwe ya çepê dixe devê Karikekê.
       — (Fatma Savci, Şengesiwar [arşîv], helbestakurdi.com)

Bide ber

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre
   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.