Bilêvkirin

biguhêre
 
Beqek diqure.
Qurequra an jî qurîniya beqekî.

qurîn negerguhêz

  1. dengderxistin, û an jî dengvedana beqan, wek weqîn, wîrîn, biqîn, weqeweq, wîrewîr, wîqewîq, biqebiq.
    • Qurba, tembûr ne şivdar e, bigerîne her şivan,
      Saz, şayîrtî ne palan e, ku hilîne her yekan,
      Saz û tembûr ne kincek e, her kes xwe ra bikire,
      Her destî da tembûr nastrê, bi zor beqkî diqure
       — (Şikoyê Hesen, Meremê Dilê Kurd (helbest), Yêrêvan, 1971)
    • Di hikyatên kurdan da beq diqure, ji hundurê wê xort û keçên ciwan derdikevin. Gorî êzdîyan qurequra beqan xêr e.
       — (Emînê Evdal, Bawermendiyên Kurdên Êzdî (lêkolîn), Yêrêvan, 2010. Ji zimanê ermenî: Têmûrê Xelîl)
    • Paşê tetikê wê bigire û here,
      Şiroke - çira beqê diqure,
      Bigere kevî-kenarê şîn,
      Çira cewa jîr dike xuşîn.
       — (Fêrîkê Ûsiv, Bijare (helbest), Yêrêvan, 2010)
    • Beq (ku) nequre, wê bidire.
       — (Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl, Mesele û Meteloke Kurda (folklor), Moskva, 1972)

Etîmolojî

biguhêre
   Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Lêker:

-qurîn-