ketil
Binêre herwiha: ketıl
Kurmancî biguhêre
biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | ketil | ketil |
Îzafe | ketila | ketilên |
Çemandî | ketilê | ketilan |
Nîşandera çemandî | wê ketilê | wan ketilan |
Bangkirin | ketilê | ketilino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | ketilek | ketilin |
Îzafe | ketileke | ketiline |
Çemandî | ketilekê | ketilinan |
ketil mê
- (aman) Amaneke elektrîkî ku ji bo kelandina avê tê bikaranîn.
- Li gor agahiya ku hat hildan, li Eyyubiyeya navçeya navend, li taxa Yenîceyê ceyrana ketilê Kubra Asiya 7 salî li mitbexê kişand. — (İbrahim Atmaca, Li Şanliûrfayê ceyranê zarokek kişand û kuşt [arşîv], aa.com.tr/kk, 2017)
- "Ka qehweyekê ji avê xwe re bîne!" got bi xeyd ji lawikê ber destê xwe re. Lawikê ku serê wî di ber wî de ber bi ketilê spî ve çû ku kirêca wî ji vir ve xuya bû û av ji şûşeya kêlekê bera dayê. — (Hesen Ildiz, Siya yê Din [arşîv], Pall Weşan, 2023, r. 76)
- Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di peyama xwe de dibêje “Vê êvarê li hêviya min nesekinin. Bi hevalê Selahattin re xweş û geşa me heye. Em hundir, hun li derve. Nuçeyan ji ketilê bigirin.” — (Selçuk Mizrakli li jûra girtîgehê ya Selhattîn Demîrtaş bicih bû [arşîv], rudaw.net, 2022)
Etîmolojî biguhêre
Navmiletî. Bide ber tirkî ketıl, ji îngilîzî kettle, ji îngilîziya navîn ketel, herwiha chetel, ji îngilîziya kevn ċietel (“qazan”) ji proto-cermenî *katilaz (“qazan, setil”), jê pê ve rehê wê nayê zanîn.
Werger biguhêre
Ferî biguhêre
biguhêre
ketil nêr