Kerefs (1)
 
Kerefs (2)

kerefs

  1. bendik, mendik, selerî
  2. Bexdenoz, mexdenoz, bexdûnis,
    giyayek bêhnxweş û xwerbar e û bi taybetî di nav zeleteyê de tê bikaranîn.

Agadarî

biguhêre
  • Li gor deveran mane û referansa vê riwekê cuda ye. Maneya rastîn Apium graveolens (wêneyê jortir) e lê li hin deveran wek navê Petroselinum crispum (wêneyê jêrtir) jî tê bikaranîn. Wêneyê jêrtir di rastiyê de bexdenoz / mexdenoz e. Heman xeletî di aramî de jî tê kirin.

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha soranî کەرەوز(kerewz) (kerewz), farisî کرفس‎ (kerefs), pehlewî kerefs, her sê ji zimanekî samî, ihtimalen ji aramî [Peyv?] ܟܪܦܣܐ (kêripsa), hevreha erebî كرفس‎ (kerefs), îbrî כרפס (kerpes), maltî karfusa. Paşî ketiye tirkî kereviz û jê derbazî zimanên Rojhilata Ewropayê jî bûye: bulgarî керевиз (kêrêvîz), xirwatî červez... Herwiha azerî kərəviz...

biguhêre

1. Apium graveolens

2. Petroselinum crispum