Tirkî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Rengdêr biguhêre

ince

  1. zirav (li gorî manendê xwe ne pehn û dirêj, tiştê zirav û dirêj, dîjraberê stûr)
    ince minare minareya zirav
    nice değnek şiva zirav
    ince iplik benê zirav
  2. hûr (tiştê ku lib û teneyên wê hûr in, dijraberê gir)
    tnce un ardê hûr
    ince kum qûma hûr
  3. giran (ji bo karê ku mirov pê re ve pir dimîne, li serê diricife û gêjahiyên wî hene)
    ince nakış nexşê giran
    ince işleri var, kız peşinde koşuyor kare wî yê giran heye, li dû keçikekê ketiye
  4. ron, riwîn, tenik (ji bo şilemeniyan ku ne tîr û qalind in)
    ince ayran dewê ron (an jî dewê tenik)
  5. tenik (ji bo tiştên ku pehniya wan ne qalind e)
    ince tahta depê tenik
    ince kâğıd kaxizê tenik
  6. (mecazî) nazik, narin, ferês, ranerm
    înce bir insan mirovekî narîn
  7. zirav (ji bo deng)
    ince ses dengê zirav
  8. nerm, sivik
    ince gülüş kena nerm