hevdemal
Navdêr
biguhêrehevdemal mê
Ji wêjeyê
biguhêre- Şeva Hevdemalê (Hevde Mal) li ba kurdên xorasanê
Li teqwîma kurdên Xorasanê şevek hêja û pîroz heye ku jêra `Şeva Hevdemalê` (Hevde Mal) dibêjin. Ew şeva şeva 3`ê adarê (۱۳`ê meha Isfendê) ye ku ji wê şevê heta Newrozê ۱۷`ê şev dimînin.
Li vê şevê xwarinek bi navê `Kûmac‘ê çê dikin. Ew xwarina xweş ku ji ard û rûn û tiştên din çê dibe visa ye ku kevaniya malê dema ku hevîra wê distirê, moriyeke bi rengê şîn yan kesk dike navê.
Dema ku xwarin amade dibe û tînin ser sifrê, bi kêrê bi qasî hejamara endamên malbatê ku hazir in dikin çend beş. Her kes para xwe hiltîne û di nav dewriyê xwe da datîne û bi vî awayî dest bi xwarinê dikin.
Tişta ku li vir gelek balkêş ev e ku ev morî li para her kesî be û li devê her kesî xuya bibe, bi bawera xelkê ew kesek xwedîşans û bextewar e.
Dibêjin ku di sala bê da dê rozî û nêmetên Xwedê bi ser wî/ê da dibare.
Li bara vê şevê û hejmara 17’an bîr û nêrînên cûrbicûr hene. — (Berat Qewîendam li ser Facebookê, 3/2016)