helîse
Bilêvkirin
biguhêreNavdêr
biguhêreZayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | helîse | helîse |
Îzafe | helîseya helîsa |
helîseyên helîsên |
Çemandî | helîseyê helîsê |
helîseyan helîsan |
Nîşandera çemandî | wê helîseyê wê helîsê |
wan helîseyan wan helîsan |
Bangkirin | helîseyê helîsê |
helîseyino helîsino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | helîseyek helîsek |
helîseyin helîsin |
Îzafe | helîseyeke helîseke |
helîseyine helîsine |
Çemandî | helîseyekê helîsekê |
helîseyinan helîsinan |
helîse mê
- (xwarin) Xurekeke ku dan û goştva tê çêkirin. Çêkirina wê pêşiyê sîtilek tijî av; danê kutayî, xwê û hêteke pez an jî goştê bi hestî davêjin hindirê sîtilê, ev bi saetan tê kelandin û tevdan, heta ku goşt û dan dihele. Keşkek û helîse heman tişt e lê helîse zêdetir tê kelandin û tevdan heta ku xurek wek ku bihele.Xurek piştî ku amade bû tê hildan hindirê tebaşqeyekê û rûnê mala tê li ser kirin û xwarin.
- Pîrejinê dît ku qewî helîseke qenc çêkirîye û difroşe. — (Mela Mûsayê Hekarî, Amadekar: Hêmin Omer, Durrû’l Mecalîs, 2022 ["1857"], r. 137)
- tiştê ku hatiye guherandin û wergeriyaye hêvîrê wî tiştî
Ji wêjeyê
biguhêre- Li gundên Korkuta navçeya Mûşê her sal di Eyda Qurbanê da "helîse" tê çêkirin û didin mêvanên ji bona pîrozkirina eydê tên.
Li gundên beldeya Altinovayê ji berê da "helîse" tê çêkirin. Helîse bi genim û goştê bêhestî tê çêkirin û rûnê mala li serê dikin.
Cevdet Yonerê mele diyar kir ji berê da li gundan ji bona eydê helîse tê çêkirin û wiha got: "Piştî nimêja eydê helîse didin mêvanan. Helîseya di tendûrê de tê pehtin ji dîzkan derdixin û dikin firaqan. Peyra rûnê mala yê sorkirî li serê dikin. Helîse taybetî ji bona eydê tê çêkirin. Ji bav û kalên berê da ev xwarin tê çêkirin." — (Trtnuce.com 8/2018)
Herwiha
biguhêre- herîse (1)
Hevmane
biguhêre- keşkek (1)
Etîmolojî
biguhêre- Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.