Bilêvkirin

biguhêre

dökmek

  1. weşandin, rijandin
  2. lê kirin, nilşandin (ji bo rêtina avê), rokirin, rêtin, verijandin, verêtin, rijtin, darêtin, darêjtin, darijandin, dariştin (tiştek ji cihekî valakirin cihekî din)
    tasla eline su döküyordubi zerikê av li destê wê dikir
    buğday çuvalını ortalığa döktüçewalê genim rokirê navrastê
  3. rijandin (valakirin cihekî diyarkirî)
    kül tablasını döküpgetir xwelîdankê birêje û bîne
  4. barandin
    anne çocuğuna göz yaşı döktüdê ji sebiyê xwe re rondik barandin
  5. rijandin (di ber tiştekî de zor û zehmet dîtin)
    senin için ter döktükme di ber te de xwêdan rêt
  6. avêtin ber...
    tavuklara yem döktülext avête ber mirişkan
  7. pê de berdan
    saçlarını alnına dökmüşporên xwe bi eniya xwe de berdaye
  8. werandin, werihandin, riwîtin, raweşandin (ji bo avêtina tiştê li ser xwe)
    tavuk tüyünü döküyormirişk pûrta xwe diweşîne
    ağaçlar yapraklarını dökmüş, çıplak kalmışlardıdaran pelên xwe weşandibûn û mabûn tazî
  9. dan der, avêtin der (di can û ten de çêbûna pizrik, xurî, lûr û tiştên wisa)
  10. darijandin (ji bo tiştekî ku mirov birêje qalibekî ku şeklê wî qalibî bigire)
  11. pê de kirin, berî navê dan (ji bo hevîrê avşoqî ku bi rûnê sorkirî de tê kirin)
  12. kişandin, rokirin (tiştekî li cihekî pir kirin, rokirin)
    sınıra asker dökmüşlerleşker kişandine ser sînor
  13. rijandin (bi awayekî pir serf kirin)
    düğünde çok para döktülerdi dîlanê de gelek pere rêtin
  14. jê re pir gotin
    ona o kadar dil dökmemize rağmen, yine bildiğini okuduew qas me jê re got jî, lê dîsa wê bi ya xwe kir
  15. rijandin (ji ber nefirotinê avêtina tiştekî)
    satılmayan balıkları hep denize döktülermasiyên ku nehatin firotin gişk rêtin deryayê
  16. (mecazî) rêtin (dan der aşkere kirin)
    derdini döktüderdê xwe rêt