cîwar bûn
Ji bo navdêrê binêre: cîwarbûn
Bilêvkirin
biguhêreLêker
biguhêrecîwar bûn (lêkera negerguhêz) | ||
---|---|---|
Rehê dema niha: | ||
RP. Niha | ||
ez | cîwar dibim | |
tu | cîwar dibî | |
ew | cîwar dibe | |
em, hûn, ew | cîwar dibin | |
Fermanî | Yekjimar | cîwar bibe |
Pirjimar | cîwar bibin | |
Rehê dema borî: | ||
RP. Boriya sade | ||
ez | cîwar bûm | |
tu | cîwar bûyî | |
ew | cîwar bû | |
em, hûn, ew | cîwar bûn | |
Formên din: |
cîwar bûn lêkera hevedudanî, negerguhêz
- Li cihekî bi cih bûn.
- Mixabin, dema serhildana Dêrsimê têk diçe, ew neçar dimîne, berê xwe dide binxetê, ji wir diçe Urdinê, û sala 1940î, li tataxa «Miheta Bexdad», bajarê Helebê cîwar dibe, kar û xebata rewşenbîrî û ramyarî didomîne. — (Newroz, 49 Saliya Koçkirina xebatkarê Kurd ê navdar Dr. Nûrî Dêrsimî [arşîv], hj. 153, 2022, 2022-09-06, r. 2)
- Dema Koşka Uzun Hasan di 1469an da neqlê Tebrîzê ya paytext dibe, ew jî li wir cîwar dibe. — (Siddik Bozarslan, Îdrîs-î Bidlîsî (1452-1520) [arşîv], netewe.com, 2022-09-14)
- Piştî mirina bavê xwe bi dîya xwe Henrîette Hornîk ve diçe li Vîyanayê cîwar dibe. — (Zerdüşt Öztürk, Balerîna Kurd Leyla Bedirxan [arşîv], bernamegeh.org, 2021-09-25)
Etîmolojî
biguhêreJi cîwar + bûn. "Bi"ya di serî de ji bo sivikkirina telafûzê ketîye, eslen wekî "bicihûwar bûn".