cîwarbûn

Bilêvkirin
biguhêreNavdêr
biguhêreTewandina cîwarbûn | ||
---|---|---|
Zayenda mê ya binavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | cîwarbûn | cîwarbûn |
Îzafe | cîwarbûna | cîwarbûnên |
Çemandî | cîwarbûnê | cîwarbûnan |
Nîşandera çemandî | wê cîwarbûnê | wan cîwarbûnan |
Bangkirin | cîwarbûnê | cîwarbûnino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | cîwarbûnek | cîwarbûnin |
Îzafe | cîwarbûneke | cîwarbûnine |
Çemandî | cîwarbûnekê | cîwarbûninan |
cîwarbûn mê
- Bicihbûna li cihekî.
- Hevmane: îskan
- Gelek demên dirêj ew hev nabînin. Piştî hatin û cîwarbûna Stockholmê jî tenêmayîna Şanazê dîsa berdewam dike. — (Rohat Alakom, Ji Edebîyata Kurdên Swêdê: Trîlojîya Mehmed Dehsiwar [arşîv], kurdarastirmalari.com, 2021-04-09)
- Mesela di nav rêvebiriyên mandater de li Iraq û Sûriyeyê ji bo Kurdan çêbûna hin fersendan, Silêmanî, Şam û heta dereceyekê Bexda derxistiye pêş; di wextê Şerê Cîhanê yê Yekem de cîwarbûna hin eşîrên Êzidî li Qefqasyayê, Rewan (Êrîvan) kiriye navendek; di dema cuntayên leşkerî de koçberiya ber bi diyasporayê ve, hin bajarên Ewropayê lê xasma Stockholm derxistiye pêş; di dema şerê sar de avabûna komareke temenkin li Mehabadê wahayeke edebî welidandiye; bi geşbûna têkoşîna Kurdî re li Kurdistanê çêbûna hin reform û destkeftiyan, cardin Stenbol, Silêmanî, Hewlêr, Amedê wek mekanên senkronîk ên Kurdî derxistiye pêş. — (Nûbihar Akademî, Qonaxa Stenbolê di Edebiyata Kurdî ya Modern de [arşîv], Ramazan Çeçen, hj. 8, 2017, r. 44)
- Hejmara yên ku cîwarbûna li Kurdistanê baştir dibînin, piştî dagîrkirina Mûsilê duqat dibe. — (Dr. Azad Ehmed Elî, Erebên Kurdistanê û têkiliyên wan bi Erebên Erebistanê re [arşîv], Rûdaw Kurmancî, 2015-04-18)
Etîmolojî
biguhêreJi cîwar + bûn. "Bi"ya di serî de ji bo sivikkirina telafûzê ketîye, eslen wekî "bicihûwarbûn".