Ferhengoka bayan

biguhêre
 
Ba tozê radike.

Qeydkirin suhbeta li ser navên bayan

biguhêre

Çavkanî: koma "Zimanê Kurdî" ya li ser Rûnameyê, 1/2012

  • Abdurrahman Önen: Li devera Dêrika Çîyayê Mazî hin bayên navçeyî ev in: Bayê Mêrdînî, ji hêla Mêrdînê ber bi Dêrikê ve tê. Bayê Qerecdaxî, ji herêma çîyayê volkanî Qerecdaxê ve tê.
  • bayê dûgewr ji hêla bakur tê, gelek caran piştî vî bayî berf dibare.
  • bayê darbişkêv di demsala biharê de tê, dar bi vî bayî dibişkiuvin.
  • bayê reş ji hêla başûrê rojhilat tê.
  • bayê xerbî bayekî hênik û bi rewa ye, ji hêla rojava an başûrê rojava tê, zad (tene) ji vî bayî sûd werdigirin, fêde dibînin û pê çêdibin.
  • Hozanê Bengî: Ba yê ko(û)r ji Sîbîryayê tê. Lewra Bakur north e. Bayî şo(û)r jî ji behra mirî tê û bêhna şor jê tê. Başûr jî ji wê tê.
  • Hoger Hingiv:
  • ji bayê dawîya tebaxê re bayê nûwergerayî tê gotin û payîz dest pê dike
  • ji bayê zivistanê re bayê kubîs
  • bayê biharê di adar û nîsanê de bayê zîpa tê gotin. Carê demê bayê zîpa dihat, hin keç û kur porên xwe jê dikirin û digotin: "Ez ê êş elemê xwe ber bayê zîpa berdim, bila biçe çiyayê xirûxalî". Va bihar hat dar bişkuvîn ê li ber bayê zîpa pejiqîn . bayê zîpa li adar û nîsanê de tê û 4-5 rojan dimîne û gundîyên me bi taybet keçan hin porên xwe li jêdikirin û digotin ku xwe ji êş û elem û nexweşîyan biparêzin.
  • Abdurrahman Önen: Di derbarê "zîp"ê de ev agahî hene: "Zîp im zîpedar im, eger bibarim xweş buhar im, eger nebarim sermadar im." Tê gotin ku, heft rojên piştî çarşema dawîn ya meha sibatê wek zîp tê binavkirin.