Gotûbêja kategoriyê:Kontrola wergerê

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Balyozxane ve di mijara Jêbirin de

Jêbirin biguhêre

@Balyozxane, Bikarhêner, Ghybu, Jiju, û Rewiye tine: Merheba, ma ne baştir e hemû wergerên biguman werin jêbirin? Mêzênin li vir, cyrusbot ji bo "Internet" gotiye "adblocker", "adblocking", "webcam". Li vir jî ji "sûper" re gotiye "the best thing since sliced bread" û gelek tiştên dî yên vilo hene. Hemû yên biguman ji wê botê çêkirî ne û wê ti carî newin kontrolkirin, hema wê wilo mênin û serê mirovan gêj kin... -- Guherto (gotûbêj) 17:04, 28 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Belkî rastîya wergeran li gora ziman tê guhertin. Ez dibêjim ber yên înglîzî 100% werin jêbirin. -- Guherto (gotûbêj) 17:24, 28 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Gelek xeletî hene di wergeran de, vebijêrka me ya dawîn jêbirina temamiya wergerên bi botê lêzêdekirî ye, lê ku vebijêrkeke din hebe wê çêtir be. -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:37, 28 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto û Bikarhêner: Bi ya min em wana jê nebin, yek bi yek sererast bikin çêtir e, ji ber ku gelek peyvên rast jî tê de hene.--Balyozxane (gotûbêj) 22:45, 28 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Ne mimkin e ku 89690 werger yek bi yek werin edilandin. -- Guherto (gotûbêj) 23:34, 28 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto: Rojekê de? Erê, ne mumkin e. Lê wextê me heye. Hêdî hêdî înșele em ê bikin. Lê divê bikarhênerên me hewl bidin, ku ti kes tiştek nake, dîsa ne mumkin e mixabin. --Balyozxane (gotûbêj) 23:38, 28 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Bahwer nakim ti carî bi kîjan hejmara beşdaran jî mimkin bê. Lê hê jî, hûn bixwazin bihêlin, Xwedê arî we bikê - wê gelek wext winda bê. -- Guherto (gotûbêj) 23:58, 28 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Mixabin di nav wergerand de pirr pirsgêrek hene. Zayendên peyvan jî tevlî hev in ji ber ku werger ji wîkiya îngilizî hatiye girtin feqet di zimanê kurdî de m = mê / n = nêr bi înglîzî jî m = male (nêr) / n = neutral (nêtar) û kes jî wana sererast nekiriye :) Wergerên erebî jî bi botê hatine tevlî kirin...--Ghybu (gotûbêj) 15:22, 29 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Erê lê ku em bi botê gişt jê bibin jî dîsa hem rast nabin, hem jî gelek peyvên me dê winda bibin. Lê ku hûn bibêjin em jê bibin, ez ê alî we bikim --Balyozxane (gotûbêj) 18:30, 29 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Kontrola wergerê".