Gotûbêj:mewdaya civakî

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Irecmehrbexs ve di mijara soranî an kurmancî? de

soranî an kurmancî? biguhêre

@Eyyubfirat: Silav bira, ev peyv soranî ye an kurmancî ye? --Balyozxane (gotûbêj) 17:08, 26 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

kurmancî jî heye, li ser vir heye lê min nexwest ez ji wir bigirim. https://www.aa.com.tr/kk/tirkiye/wezareta-navxwey%C3%AE-ji-bo-20-hezar-%C3%BB-398-kes%C3%AAn-ku-qedexeya-derketina-derve-%C3%AEhlal-kirin-ceza-hat-bir%C3%AEn/1810910
@Bikarhêner û Ghybu: Li gor min divê bên jêbirin. Ji ber ku hê peyveke nerûniştî ye.--Balyozxane (gotûbêj) 17:16, 26 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Li me re jî ji bo jêbirina peyvan rûplên vitira pêwîst in: en:Wiktionary:Page deletion guidelines û fr:Wiktionnaire:Pages proposées à la suppression / en:Wiktionary:Requests for deletion/English--Ghybu (gotûbêj) 17:26, 26 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane, Ghybu, Eyyubfirat, û Mohajeer: @Jiju, Pispor, Ferhengvan, û Cyrus the virus: @Guherto, Şêr, Zinarê Meley, û Zimanhebûne: @Yezdanmazda, Xwende, Xelef, û Welatnehri: @Wergêrr, Irecmehrbexs, Gomada, û Dilyaramude: Merheba hevalino. Ev peyv wek "mewde" jî derbas dibe. Eşkere ye ku ji soranî derbasî kurmancî bûye. Bi formê xwe yê "mewdeya" jî pir derbas dibe li ser înternetê. Bingeheke tê xuyan li ser malperan. Li gor rêbaza me divê em hinekî li ser çavkaniyên peyvê jî bikolin. Qet nebe wek peyveke soranî divê were qeydkirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:36, 26 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Peyva Mewda, di helbestên Feqiyê Teyran de tê bikaranîn, ew tê wê wateyê ku Mewda peyveke kurmancî ye. Dikare bi pêvekirina civakî Mewdaya Civakî were çêkirin ku Social Distance, Sosyal Mesafe jî peyvên nû-çêkirî ne. Bi sedema koronavîrosê ev li hemû zimanan peyda bû û bi teqlîdê li hemû zimanan belav bûye, wisa diyar e. Bi dîtina min di malperekê hatiye bikaranîn, ew jî bes e wek çavkanî. Çûnkî ev kom-peyv nûçêkirî ye. Bawer nakim ku em çavkaniyeke dûr û dirêj peyda bikin. Bila hişyariya ne bêçavkanî, çavkaniyên bêhtir dixwaze were lêzêde kirin. Jixwe divê em neheqiyê di warê çavkanîdanê nekin. Bi vê mebestê divê em çavkaniyan jî kategorîze bikin. Çavkaniyên pirtûkî, malperên internetê, çavkaniyên bêbawer hwd.. Mohajeer (gotûbêj) 21:57, 26 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner, Ghybu, Eyyubfirat, û Mohajeer:@Jiju, Pispor, Ferhengvan, û Cyrus the virus: @Guherto, Şêr, Zinarê Meley, û Zimanhebûne: Encamên lêgerîna Google-ê:
* "mewdaya civakî" 6 encam
* "mesafeya civakî" 396 encam
* "dûrahiya civakî" 76 encam.
Li gorî encamên lêgerînê, bi ya min em mesafeya civakî wek entrya sereke hilbijêrin û ji bo yên din binêre lê zêde bikin. Çawa dibe? --Balyozxane (gotûbêj) 10:09, 27 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
@Bikarhêner, Ghybu, Eyyubfirat, û Mohajeer:@Jiju, Pispor, Ferhengvan, û Cyrus the virus: @Guherto, Şêr, Zinarê Meley, û Zimanhebûne: Merheba @Balyozxane: mixabin bi awayê ku te gotiye nabe, ji ber ku şablona binêre an şablona guherto divê ji bo peyvên guhertoyên peyvan ango ji bo formên din ên peyvan bêne bikaranîn. Peyvên "mewda" û "mesafe" jî herçiqas hevmane jî bin ji hev cuda ne, lewra bi ya min yekkirin ne hewce ye. Li ser Wîkîferhenga îngilîzî jî madeya "physical distancing" kurt girtine, wekî ku "bnr" dakiribin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 10:38, 27 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Silav Bikarhêner. Ez jî behsa eynî tiştî dikim. Em wisa bikin: 1 nabe?--Balyozxane (gotûbêj) 10:41, 27 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Peyva "mewda" li Başûr bi kurmancî jî gelek bi kar tê bi wateya "mesafe". Çavkanî ji bo "mewda"yê gelek hene di kurmancî de. Heçî "mewdaya civakî" ye, ew termeke nû ye û hin malperan bi kar anîye û li Başûr çi bi kurmancî çi bi soranî "mewdaya komelayetî yan mewday komelayetî" berbelav e. Bi ya min divê "mewdaya civakî" hebe. Halê hazir çend malper jî dikarin wek çavkanî bêne dîyarkirin. Ev peyama bêîmze ya Eyyubfirat (gotûbêjbeşdarî) e.
Merheba @Balyozxane: min li jorê gotiye li ser Wîkîferhenga îngilîzî madeya "physical distancing" kurt girtine, wekî ku "bnr" dakiribin, lê bi ya min divê ev made hebe. -- Bikarhêner (gotûbêj) 12:23, 27 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide
Bi fikra min divê hûrgiliya peyvên mewda û mesafeyê jî gengeşe bikin. Çima mewda, çima mesafe ? Mesafe jî Mewda jî di klasîkên kurdî de tên bikaranîn. Lê ferqa wan çiye ? Bikaranîna peyva mewda, tesîra gelê me yê Soran e, bikaranîna peyva mesafe jî tesîra zimanê tirkî ye. Çima tesîra zimanê tirkî em didin pêş? Bi fikra min divê nêzikkirina peyvên zarava û zimanên kurdî wezîfeya me be. Eger peyv xwerû kurdî bûya me dikarî bibêjin kîjan bêhtir were bikaranîn em jî wê peyvê pêş bixin. Divê wîkîferhenga kurdî standarîzekirina peyvan li gor van malperan zêde neçe bi fikra min. Jixwe niha wikiferheng di warê ferhengnasiyê de otorîteyeke êdî. Eger herdu peyv tirkî bûna wek reha xwe ve, me dikarî ji hevalên xwe yên soran re bibêjin, hûn ji me werbigirin. Lê peyv di esasê xwe de erebî ne û divê li gor hişmendiyeke erebî em peyvekê helbijêrin. Mohajeer (gotûbêj) 15:37, 27 gulan 2020 (UTC)Bersiv bide

Gelek wateyên mewdayê hene lê çi yek ji wan ji bo social distance guncaw nînin. Mesafe jî ji bo dirêjiya rê an mesîrekê tê bikaranîn. Navber di kurdî de hem wateya mewdayê dide hem jî ya mesafeyê. Bikaranîna social bi cihê physical jî çewt e ji ber ku navbera civakî yanî dûrahîya atifî û qutbûna peywendîyên hatûçûya malbatî û mirovî lê li vir terma navbera fîzîkî divê bê hilbijartin da wateya navber û dûrahîya cismî bê ragihandin. Irecmehrbexs (gotûbêj) 10:11, 9 hezîran 2020 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "mewdaya civakî".