Gotûbêj:dengê diholê ji dîr ve yê xweş e

Şiroveya dawî: berî 4 salan ji aliye Ferhad Kurdi ve

@Ferhad Kurdi: Merheba bira. Çawan î, baş î înşaellah? Ez di kitêba "101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok" ya Mehmet Oncû de leqayî vê gotinê bûm. Di rûpela 40em de ev gotin wek "dengê dolê bi dûr ve xweş e", "dol"a li vir dahol e, ango dibe "dengê daholê bi dûr ve xweş e".

Vê gotina pêşiyên me, wek mane jî wisa îzah kiriye: Hin tişt ji dûr ve / ji derve xweş têne xuyan lê dibe ku di esasa xwe de bo kesê ku li nava wê ye nexweş be.

Herwiha di "Ferhenga Gotinên Pêşiyan" yê M. Çiya Mazî de 135an de wek "dengê defê ji dûr ve xweş e" hatiye qeydkirin. Ew jî wek îzahat van tiştan gotiye: "Wek mirov ne di nav bûyeran de be, mirov bûyeran bi awayekî rastî nikare şîrove bike. Şîrove wê demê kêm dimîne. Her lêkolîn di cîhê xwe de bê kirin nêzî rastiyê ne. Ev gotin di tirkî de jî heye."

Îca te vê gotinê wek "dengê diholê ji dîr ve yê xweş e" qeyd kiriye. Îxtîmal heye ku "yê" ya ku te di vê gotinê de qeyd kiribe li nav xelkê bi xeletî li vê peyvê hatibe zêdekirin. Ango dibe ku awayê ku Mehmet Oncu an M. Çiya Mazî qeydê kitêba xwe kiriye rasttir be. Di vê mijarê de tu çi difikirî? -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:14, 13 çiriya paşîn 2019 (UTC)Bersiv bide

@Bikarhêner: Silav keko, li Dihokê em wisa dibêjin, lê ez razî me em 'Dahol' bikin rûpela standard. Ezê biguherrim bo 'dengê daholê ji dûr ve xweş e'. (gotûbêj) 10:05, 14 çiriya paşîn 2019 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "dengê diholê ji dîr ve yê xweş e".