Gotûbêj:biriştin

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliye Bikarhêner ve

Silav Hakîmo Mînaka te dibêje biriştin ne biraştin loma min bar kir biriştinê û ji rûpela biraştinê bir. Xêra xwe biriştin û biraştin li ser rûpela biraştin tevlihev neke. Guhertoya xwe ya dawîn vegerîne ya min. --Balyozxane (gotûbêj) 17:03, 22 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide

@Balyozxane: Temam, min kir :) -- Hakîmo (gotûbêj) 17:06, 22 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Merheba, ez naxwazim hêrs bibim, lê tu çima (klasîk) û (qedîm) radikî? Herwiha min çavkanî jî dayê. -- Hakîmo (gotûbêj) 17:11, 22 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
Ji ber ku tiştek mîna (klasîk) û (qedîm) tunne ye. Ger peyvek di ti berhemên din de tunnebe lê tenê di berhemeke klasîk de hebe hingê dibe peyveke qedîm lê ti nikarî ji bo biriştin bêjî peyveke klasîk.--Balyozxane (gotûbêj) 17:36, 22 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
@Guherto, Ghybu, Bikarhêner, û Balyozxane: Hûn çi dibêjin? Balyozxane rast dibêjit yan na? -- Hakîmo (gotûbêj) 17:42, 22 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
Goştê biraştî, goşt bibirêje. Wêneyê berê ya rûpela "biraştin" hêk şanî dikir lê em ji hêka wilo re dibêjin hêka qelandî. Min wêneyê guhert. -- Guherto (gotûbêj) 18:52, 22 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
@Hakîmo: Kekê hêja;
1 - Li vir tiştekî acizbûnê tine ye. Em însanên medenî ne, û li vir isûla biryargirtinê jî diyar e. Ger neliheviyeke hebe, li ser gotûbêja rûpelê tê nivîsandin, û gotûbêjkirin. Ger dîsa neyê lihevkirin, fikrên bikarhênerên din tê girtin, ger dîsa nebe, li ser meseleya nelihevhatî dengdaneke tê lidarxistin. Û li gor wê encamê tê hereketkirin. Qaîdeten isûla me ya meseleyên nîqaşbar ev e.
2 - Li ser vê nîqaşê: Te li ser peyvê îfadeya "qedîm" daniye. Min tam fam nekir ku te wê îfadeyê çima daniye. Gelo te wê îfadeyê ji ber ku ev peyv "halê qedîm yê peyva biraştinê ye" daniye an eksa vê, te xwestiye ku bêjî "peyva biraştin halê qedîm yê peyva biriştinê ye"?
Ger ji bo her du îxtîmalan mijûl bibim, mirov nizane ka kîjan peyv qedîm in û kîjanê ne qedîm in, lê li ser wîkiyên din peyva "kevnar" / "qedîm" ji bo peyvên ku di îro de nayên bikaranîn tê emilandin. Lewra ger li ser peyveke normal îfadeya "qedîm" deynî dibe ku ev yek şaş were têgihîştin. Ji ber di zimanê me de piraniya peyvan peyvên qedîm in. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:48, 22 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "biriştin".