Gotûbêj:bi xwûnê girê dan

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Balyozxane ve di mijara DP: Tebaxa 2020 de

DP: Tebaxa 2020 biguhêre

 

Ev gotar an mane li gorî krîterên Wîkîferhengê hatiye peyitandin (Girêdana daîmî)

Ji kerema xwe bêyî sedemeke giring li daxwazên peyitandinê dîsa zêde nekin. Ev gotûbêj êdî ne zindî ye û wekî arşîvekê li vir hatiye zêde kirin. Ji kerema xwe van agahiyan neguherînin.


Çavkanî pêwist e--Balyozxane (gotûbêj) 15:28, 31 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide

Çavkani hatiye dayîn...--Ghybu (gotûbêj) 15:29, 31 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu û Rewiye tine: Rêbazname dibêje 3 çavkanî pêwist e. Bnr. Bikarhêner:Balyozxane/Peyvên min yên bêçavkanî û bêwate li vir çend peyv hene ez lê zêde nakim ji ber ku tenê yek an du çavkanî heye. --Balyozxane (gotûbêj) 15:32, 31 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
Berhemên klasîk: Heke têgihek di berhemeke klasîk de hatibe dîtin, guncan e ew berhem bi tenê wek çavkanî were tomarkirin. Berhemên berî sedsala 20an nivîsandî wek klasîk tên qebûlkirin. Ji şîroveya Rewiye tine. -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:01, 31 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
Divê vê jî bêjim ku hewce ye ev peyv wek "xwîn" be, ji ber ku awayê standard wek "xwîn" e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:03, 31 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu, Rewiye tine, û Bikarhêner: Min biborin, haya min ji sala çapkirina pirtûkê ya orîjînal tune bû. Xebera we ye. Li gor Pîvekê peyvek carekê jî were bikaranîn em kanin li wîkiyê zêde bikin. Min şablona {{klasîk}} û kategoriya Kategorî:Têgihên klasîk çêkirin. Ez dikim tevlî rûpelê bikim. Divê li şablona {{pirtûk}}-ê sala orîjînal jî em zêde bikin. Rewiye tine, gelo di kitêbê de sala çapkirina orîjînal derbas dibe? Herwiha jêgirtin dibêje xwûnê te çima wekî xûn zêde kir? Bikarhêner (g · b · a) ez dibêm di kitêbê de çi hatiye nivîsin, em neguherînin. Heqê me tune ye em têgiheke klasîk bikin wek yên standard.--Balyozxane (gotûbêj) 23:58, 31 tîrmeh 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu, Rewiye tine, û Balyozxane: Ev mantiq nerast e. Mîsalen ger peyva "kitêb" di berhemên klasîk de wek "kîtab" derbas be, em ê peyvê wek kîtab qeyd bikin? Na, isûla me ya vêgavê wisa ye: Em ê peyva "kîtab" wek {guherto|kitêb} qeyd bikin û jêgirtinên ji bo peyva kîtab jî tevlî wir bikin. Lê em ê ji ber ku peyva kîtab di berhemên klasîk de wek kîtab derbas dibe, wê nekin madeyeke cuda yê neberalîkirî (wek madeyeke standard). Eynî tişt ji bo vê gotarê jî derbasdar e, ku ez nabêjim em peyvê an qalibê biguherînin. Peyv jî qalib jî eynî dimîne, em ê tenê awayê standard yê peyvê ya îroyîn bi kar bînin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 05:19, 1 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu, Rewiye tine, û Balyozxane: Ez qurtî bêjim Mela mehmûdê Bazidî di salên navbera 1797-1867 jiyaye. Ji bo ve yekê ev kitêb di sadsela nuzdehan de hatiye nivisîn. Û ev berhemê giranbûha şikir xwedê re destê me ye. Min xwendina vê kitebê nû xilas kir. Min derên balkeş not girtibûn ji bo derbasî wîqîferhengê bikim. Ji bo vê yekê a niha jêderê min bitaybetî ev kitêb e. Biborin divê 'xwûn girê dan' bûya. Ji bo mesela kîtêb/kitab de. Heval li gor min rast go ye. Lê gelek peyv hene mirov nikarê bi heasanî biryara peyva standart bide divê kesên pispor van biryara bidin.Ev peyama bêîmze ya Rewiye tine (gotûbêjbeşdarî) ye.
@Bikarhêner, Rewiye tine, û Balyozxane: Rewiye tine bnr Alîkarî:Îmze. temam ez dikim xûn wek xwîn diguherînim. Û vê peyvê jî mîna peyitandî nîşan didim.--Balyozxane (gotûbêj) 12:22, 1 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide
  Hat peyitandin Wek têgiheke klasîk hatiye peyitandin. --Balyozxane (gotûbêj) 12:22, 1 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide


Vegere rûpela "bi xwûnê girê dan".