Bilêvkirin

biguhêre
 
Şûrê Demokles (Richard Westall, 1812)

şûrê Demokles

  1. Aluzyonek e û tê wê wateyê ku kesên ku pirr hêz û desthilat heye di heman demê de di xeter û talûkeyên mezin de ne jî.
    • Her çiqas sifetê fermî yê Y. Buyukanıt serokê erkana giştî be jî, bi rastî ew serokê Partîya Hêzên Çekdarên Tirk e. Ev partî seranserî dewra komarê bûye hevparê dîyar an veşartî yê desthilatîyê, an jî li ser serê îqtidarên sîyasî bûye ‘Şûrê Demokles’. Ya duyem, li dijî vê axaftinê tu reaksîyonên girîng çênebûne. Ne ji ewên ko tepûrep dibêjin, ‘Kurd çi dixwazin’, ne jî ji ewên ko dibêjin, ‘Pirsgirêka Kurd heye’. Rastîya ko li Tirkîyê leşkerek dikane gefên wisa toqbar (bi dehşet) û zalimane bixwe, ji bo raya giştî ya Tirk a pêşverû, wekhevîxwaz û azadîxwaz cîhê xemê ye, û dijwarîya karê kesên ko li ‘çareserîya bê tundûtûjî’ digerin xuya dike. Ya sêyem, tu têkilîya armancên dîyarkirî bi ‘têkoşîna li dijî terorê’ tuneye, ji dewsa wê hatiye armanckirin ko rasteqînîya netew û dewleta gelekî ji navê bê rakirin, anku tê îtirafkirin ko bi tevahîya wateyê ‘terorîzm’ tê kirin. — (Fuat Onen: Welatek di ronkaya rojê de ji gelên wî yên otokton hat dizîn, Nefel.com, 12/2007)

Etîmolojî

biguhêre

Ji çîrrokek kevn ya yewnanî ku dibêje Demokles berdestkê mîrekî bû û jê re got ku mîr gelek bextiyar e ji ber ku xwedî ewqas hêz û desthilatê ye. Mîrê wî jî xwest ku rojekê herdu cihên xwe bi hev biguherrin û Demokles wê rojê mîr be. Demokles bi hindê pirr kêfxweş bû. Lê li ser şîvê dît ku şûrek li raserî wî ye ku tenê bi davek pirça hespî ve hatiye hilawîstin û her gavê ihtimal e ku bikeve û Demokles bikuje. Bi vî awayî ew tê gihişt ku kesên desthilatdar hertim di bin gef û talûkeyan de ne.