çeng bûn
Ji bo navdêrê binêre: çengbûn
Bilêvkirin
biguhêreLêker
biguhêreçeng bûn (lêkera negerguhêz) | ||
---|---|---|
Rehê dema niha: | ||
RP. Niha | ||
ez | çeng dibim | |
tu | çeng dibî | |
ew | çeng dibe | |
em, hûn, ew | çeng dibin | |
Fermanî | Yekjimar | çeng bibe |
Pirjimar | çeng bibin | |
Rehê dema borî: | ||
RP. Boriya sade | ||
ez | çeng bûm | |
tu | çeng bûyî | |
ew | çeng bû | |
em, hûn, ew | çeng bûn | |
Formên din: Tewandin:çeng bûn |
çeng bûn lêkera hevedudanî, negerguhêz
- Ji ber tirs, kelecan an hişyariyekê bi lez ji ciyê hilpekîn û rûniştin, ji nişka ve ji ciyê dirêj bûye rabûn û rûniştin
- Roja ku dibe zava, temezîya (duak) bûkê hêdî ser ruyê wê dide alî ku çi bibîne; bûka ser bixêlî ji tiştekî Xwedê re nabe. Tu hizn û cemala wê nîne. Paşê xwe dide bûkê û heta sibê bêdeng radizê. Bûk destê sibehê, diniquçîne Mele û dibêjiyê: "Ezbenî ka te ji min re ne got, bê vê sibehê ezê xwe rey kê bidim û rey kê nedim?" Mele ji nav nivîna xwe çeng dibe û dibêje: Hurmet, ez dexîlê te me, tuyê xwe rey min nedî û tu xwe rey kê didî bide. — (amude.de, Melayê meşhûr kî ye?, Adar Jiyan, 01/2002)
- Gava ku dihate dawiya sirîda vê filîmê, gava ku dor dihate fînalê, bişirîna Remezan, çavên wî, lêvên wî her ku diçû ranêzîk dibûn û tam gava ku Remezan, ji bo ku wê ramûse, lêvên xwe ranêzîkî wê dikirin, Cécile çeng dibû ser xwe. — (Mîran Janbar, Qolyeya Cécileê, Weşanxaneya Lîs, 2012, çapa 1em, r. 72, ISBN 9786054497010)
- Çavên tirsê dijwar bûn. Sahwa wê jî. Hersê çekdar bi hev re çeng bûn wê navê û bi nav şekalan de pengizîn. — (Lales Qaso: Xezeba Azadiyê Weşanên Pelda, 2000, r. 13)