Kurmancî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda nêr
Rewş Yekjimar Pirjimar
Binavkirî zimanê zikmakî zimanên zikmakî
Nebinavkirî zimanekî zikmakî zimanine zikmakî
Agahdarî: Di peyvên hevedudanî de tenê peyva
yekem li gor diyarîtiyê û li gor hejmarê diguhere.

zimanê zikmakî nêr

  1. Yekem zimanê ku mirov fêr bûye; zimanê ku mirov pê mezin bûye; zimanê dêbavên mirovî; zimanê malbata mirovî.
    Hevmane: zimanê dayikî

Bikaranîn biguhêre

  Maneya çend peyvên bi hev re carinan ji bingehê xwe piçekê dûr dikeve. Mesela "zimanê zikmakî" yan "zimanê dayikê" jî ew e. Zimanê mirovî yê bingehîn ne herdem zimanê dayika mirovî ye jî: belkî jin û mêr di malê de bi zimanê mêrikî dipeyivin ku ne zimanê dayikê ye û dîsa zarok jî fêrî wî zimanî bibin û bi wî zimanî bipeyivin. Ew ziman dîsa jî li gor tirkî dibe "anadil" û îngilîzî "mother tongue". Herdu jî yekser/dîrek maneya "zimanê dayikê" didin. Wisa "zimanê zikmakî" jî erê mirov ne di zikê dayikê de û belkî heta ne ji dayikê jî fêr bibe (belkî dayik miribe û zarok ji aliyê kesên din ve tê xwedîkirin) lê dîsa jî dirist e.

Herwiha di gelek zimanên din de jî peyva "native" bi vê maneyê heye: îngilîzî "native language", spanî "lengua nativa". Ew jî yekser/dîrek maneya "zimanê zikmakî" didin. "Native" ji latînî "natus" (zan, zayîn) tê. Anku hem "zimanê dayikê" û hem jî "zimanê zikmakî" herdu jî bikêrhatî ne.

Etîmolojî biguhêre

Ji zimanê + zikmakî.

Werger biguhêre

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.