Bilêvkirin

biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zilhêz zilhêz
Îzafe zilhêza zilhêzên
Çemandî zilhêzê zilhêzan
Nîşandera çemandî zilhêzê wan zilhêzan
Bangkirin zilhêzê zilhêzino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî zilhêzek zilhêzin
Îzafe zilhêzeke zilhêzine
Çemandî zilhêzekê zilhêzinan

zilhêz

  1. Dewleteke serdest û xwedî statûya domînant a li ser dinyayê û artêşeke pir pêşketî, xisûsen Dewletên Yekbûyî an Yekîtiya Sovyetê ya berê.
    Hevmane: sûperhêz
    • Cîranên Iraqê û zilhêzên dinyayê dehê adarê li Bexdayê dicivin — (Nefel.com, 3/2007)
    • Di kombûna yekemîn ya wezîrên çandê yên her heft welatên zilhêzên cîhanê de, di roja Pêncşemê de, anîn ziman ku çand û şûnmayên dîrokî ketine bin gefa wendakirinê û bazirganiya sexte ji aliyê girûpên radîkal ve. — (Wezîrên Çandê yên G7 Giftûgoya Gefên Ser Çand û Şûnmayên Dîrokî Dikin [arşîv], Dengê Amerîka2017-03-31)

Etîmolojî

biguhêre

Neolojîzm ji zil + hêz.

Rengdêr

biguhêre

zilhêz

  1. Yê xwedî qeweteke super.
    • Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel ligel nûnerên welatên zilhêz û Neteweyên Yekbûyî berdewam e, û li gorî agahiyên berdest di civînê de rewşa deverê û giştpirsya Başûrê Kurdistanê têne gotûbêjkirin. — (Civîna Barzanî bi nûnerên welatên zilhêz û NYê re dest pê kir [arşîv], netewe.com2017-09-14)
    • Her wê demê kevirek li ser danîn û bêdeng kirine, li gorî belgenameyan, dema ku Îran dozê li dijî wan welatên zilhêz tomar dike ku Rojavayê Îranê di bin destê wan de bû, bi çi awayekê amaje bi komkujiya li Mehabadê nekiriye. — (Mehabad û Dokumentek Derbarê Kuştinên Komî De [arşîv], 2023-08-02)

Etîmolojî

biguhêre

Neolojîzm ji zil + hêz.