Tirkî biguhêre

Bilêvkirin biguhêre

Lêker biguhêre

yutmak

  1. daqurtandin, dabelandin, daûrandin, dabelihandin, daqulandin, daqurçandin, qurpandin, belandin, daqultandin
  2. (mecazî) dabilandin (tiştekî bi darê zorê bi dest xistin
  3. di xwe de derbas kirin
    ben bu sözlerini yutmam ez van gotinên te di xwe de derbas nakim, ez van gotinên te danaqurtînim
  4. xwarin, daqurtandin
    bazı heceleri yutuyor hin kîteyan dixwe
  5. pê xapîn, pêbawer kirin, ketin sere (yekî), di serê (yekî) de çûn
    bu yalanı kimse yutmaz kes bi vê virê naxape, ev vir bi serê yekî de naçe
  6. jê tênegihîştin, jê fêm nekirin (ji bo gotineke ku tê çend wateyan)
  7. gotin kirin xwarê, gotin daxistin (gotina ku tê ber devê mirov lê paşiyê mirov nabêje û dadiqurtîne)
  8. jê birin (di leystikê de)
  9. bi awayekî rind hîn bûn, tam hîn bûn
  10. kêm kirin (ji bo deng û roniyê)
    duvar ışığı yutuyor dîwar roniyê kêm dike