Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî yasemîn yasemîn
Îzafe yasemîna yasemînên
Çemandî yasemînê yasemînan
Nîşandera çemandî yasemînê wan yasemînan
Bangkirin yasemînê yasemînino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî yasemînek yasemînin
Îzafe yasemîneke yasemînine
Çemandî yasemînekê yasemîninan
 
Yasemîn

yasemîn

  1. (kulîlk) Gulek kulîlkspî yan -zer e û bêhndar e û gulav jê tê çêkirin.
    • Ger te divê ya kesk û şîn
      Ya zer û ya jî yasemîn
      Fermo ji xwe r' wana derîn
      Da bîn bikî ey jar û mest
       — (Seydayê Tîrêj)
biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji zimanên îranî, bi farisî jî یاسمن(yasemin) e û ji farisî li dinyayê belav bûye: erebî یسمین(yesmîn), tirkî yasemin, fransî jasmin, îngilîzî jasmine. Çavkanî: [1]

Binêre herwiha

biguhêre
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.