Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tiryak tiryak
Îzafe tiryaka tiryakên
Çemandî tiryakê tiryakan
Nîşandera çemandî tiryakê wan tiryakan
Bangkirin tiryakê tiryakino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî tiryakek tiryakin
Îzafe tiryakeke tiryakine
Çemandî tiryakekê tiryakinan
 
Hin tiryak lib-libî anku heb-hebî ne.

tiryak

  1. narkotîk, esrar, bengî,
    dermanên ku mirovî kêfxweşbêhiş dikin
    (bo nimûne: heşîş, eroîn, ekstasî, kokaîn, marîjuana û LSD)
    tilyak kêşan,
    tilyak bikaranîn
  2. antîdot, panjehr, dij-jehr, dermanê dijî jehrê, panzehîr

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha soranî تریاک(tiryak), farisî تریاک(tiryak), tirkî tiryak, hemû ji yûnanî θηριακή (thiriakí) (thêriakê: dermanê dijî jehrê) ji θηριακός (jehrî) ji θήρ (thêr: hov, dirinde, lawir, rawir). Heman peyv bi maneya "dermanê dijî jehrê" ketiye pirraniya zimanên ewropî jî: îngilîzî theriac, fransî thériaque, almanî Theriak, latînî û spanî triaca... Hêjayî gotinê ye ku peyva îngilîzî drug (tiryak yan derman) ne ji eynî rehî ye.

biguhêre

Werger biguhêre

Tirkî biguhêre

Navdêr biguhêre

tiryak

  1. tiryak, panzehir