reşreşk
Navdêr
biguhêreTewandina reşreşk | ||
---|---|---|
Zayenda mê ya binavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | reşreşk | reşreşk |
Îzafe | reşreşka | reşreşkên |
Çemandî | reşreşkê | reşreşkan |
Nîşandera çemandî | wê reşreşkê | wan reşreşkan |
Bangkirin | reşreşkê | reşreşkino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | reşreşkek | reşreşkin |
Îzafe | reşreşkeke | reşreşkine |
Çemandî | reşreşkekê | reşreşkinan |
reşreşk mê
- Riwekek xwerbar ya ji binemala giyaziravan e û bi dirûvê xwe mîna sibitê (tere) ye.
- Reşreşk hêşînhatek (nebatek ) ji malbata giyaziviran (kulîlka dawetê ) tê hesibandin. Bejna wê bi tîrane li gor cûre 20 – 80 cm bilind dibe û gelek çiq jê diçin. Belgên wê li ber navtengê derdikevin, kesk an jî hinekî zerane bi awayek guherbar derdikevin û dişibehin yên sibitê (tere ). Kulîlkên wê spî, peyazîyane yan jî binevşî ne. Pelên kulîlkan dilane yan jî hêkane ne. Di derdorên nava kulîlkê de 30 -50 tozdankên dolkirinê hene. Fêqîya wê wek qapsûlek gurover, ji 5-6 dûzî, di serê her dûzî de tîrikek wek antênên radyoyan heye û dişibe ya xaşxaşê . Di nava wê qapsûlê de bizrek hûr û reş heye. Ji wî bizrî re "reşreşk" (an jî kuncîyên reş) tê gotin. Gelek cûreyên reşreşkan hene. Lê yên herî navdar misrî, şamî, afrîqî û yên kûvî ne (çolî-bejî). Têdahîyên wan hema-hema wek hev in. Tiştên wan yên ji hev cuda rengê kulîlkan û bilindahîya bejna wan e. Ji reşreşkê rûn tê derxistin û ji bo gelek cûreyên dermanên xweristî di sanaîya dermanan de tê bikaranîn. Herweha wek biharat ji bo çêjin û tamxweşkirinê li ser hemû cûreyên xwarinên hevîrî tê reşandin. Bi Almanî navê wê “ Schwarkûmmel, bi Tirkî jî "Çorekotu" ye. — (Bavê Jîndar, Lotikxane.com, 6/2011)
Navê zanistî
biguhêreEtîmolojî
biguhêre- Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.
Werger
biguhêre- Almanî: Schwarzkümmel → de m, Jungfer im Grünen → de m, ?Zwetsche → de m
- Erebî: ?الحبة السوداء
- Farisî: قرنیه چشم, سیاه دانه
- Fînî: ryytineito → fi, maustenigella, mustakumina
- Fransî: nigelle cultivée → fr m, cumin noir → fr m
- Îngilîzî: nigel, black sesame seeds, ?caraway seeds, black caraway, black cumin, nigella, and kalonji
- Polonî: czarnuszka → pl m
- Tirkî: çörek otu → tr, püskürük → tr, ?karaca ot → tr