qumçik
Navdêr
biguhêreZayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | qumçik | qumçik |
Îzafe | qumçika | qumçikên |
Çemandî | qumçikê | qumçikan |
Nîşandera çemandî | wê qumçikê | wan qumçikan |
Bangkirin | qumçikê | qumçikino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | qumçikek | qumçikin |
Îzafe | qumçikeke | qumçikine |
Çemandî | qumçikekê | qumçikinan |
qumçik mê, ç-ya nerm, k-ya nerm
- qulpok, qupçik, bişkok, qumce, bişkov, mêk
- Yêlegê wî ko perçeyekî ji kincan e, bi şeş qumçikan e û qumçik hemû, heta sîngê, girtî ne. — (Mehmed Uzun, Bîra qederê, Weşanên Nefel, 2002 r.10)
- ...qumçikên gomlegê xwe yê xakî ku hertim girtîne, heta sîngê, vekirine. — (Mehmed Uzun: Ronî Mîna evînê tarî mîna mirinê Beş:3 Nûdem, Hj. 22, 1997, r.81)
- Sê qumçikên dawa fistan, te vekirî hiştîbûn. — (Xurşîd Mîrzengî: Ji Canê re Gulîstan, Gulan 2002, r.5)
Jê
biguhêre- (lêker) qumçik kirin
- (navdêr) qumçikkirin
Etîmolojî
biguhêre- Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.
Werger
biguhêre- ↑ Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press, r. 496.