Bilêvkirin

biguhêre
anîn (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: li xwe -în-
RP.
Niha
ez li xwe tînim
tu li xwe tînî
ew li xwe tîne
em, hûn, ew li xwe tînin
Fermanî Yekjimar li xwe bîne
Pirjimar li xwe bînin
Rehê dema borî: li xwe -anî-
RP.
Boriya
sade
min li xwe anî
te li xwe anî
wê/wî li xwe anî
me, we, wan li xwe anî
Formên din:  Tewandin:li xwe anîn

li xwe anîn lêkera biwêjî, gerguhêz

  1. îtiraf kirin, dirkandin, li ser xwe qebûl kirin, kemasiyek xwe qebûl kirin, gotin ku min kêmasî yan xeletî kir
    • Min pelatînkê xwe yê birqokî nîşanî vî kurikê îdeal da. Wî pisporane ew nirxandin, li xwe anî ko pelatînk ji yên kêmpeyda ye û diyar kir ko bihayê wî derdorî bîst qurûşan e çimkî vî Emilî nirxê diravî yê tiştên berhevkirinê, berî her tiştî jî yê pûlên posteyî û pelatînkan, dizanî. Dû re wî dest bi rexneyan kir, got ko ew nebaş hatiye girêdan, ko çengê rastê tewîye, yê çepê hatiye veçemandin, û hê kêmasiyek din jî lê dît: du piyên pelatînk jê kêm in. Min ev kêmasî wek tiştek mezin nedihesiband lê wî kêfxweşî li min herimandibû û ji hingê şûnde min êdî qet nêçîrkiriyên xwe nîşanî wî nedan. — (Hermann Hesse: Tawisrês, Werger: Hussein Muhammed, Nefel.com, 3/2010)

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Ji li + xwe + anîn