kirîv

  1. Zilamê ku di dema sinetkirina kurek da, wî kurî dide ser çokên xwe û ew kur li ser çokên wî tê sinetkirin, li gora wî kurî û li gora ferdên malbatê wî kurî . Piştî wê sinetkirinê, ew zilam û ew kur , her wisa ji ew zilam û hemî ferdên malbata wî kurî, ji hevre dibin kirîv.[1]
    Ez ji te ra dibejim bira, tu dibêjî min kirîv.
  2. berbab, berbav, babê axretê, bavê axretê, birayê axretê
  3. dost, heval, birader, yar, hogir, hevrê, hevbend, hevgir

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha pehlewî kirbe, kirpek, pazendî kirpeger, hemû ji aramî ܩܪܝܒܐ (qerîva: lêzim, kesê nêzîk, birayê axretê, babê axretê), hevreha erebî قريب‎ (qerîb: nêzîk) ku serekaniya peyva "eqrebe" ye.

  • Tirkî: kirve

Çavkanî

biguhêre
  1. Ferhanga Kurdî, M.Emîn Bozarslan, Weşanên Deng, Çap:2015, Cildê 2'yan, E-K, Rûpel:861