Kurmancî biguhêre

Navdêr biguhêre

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kinif kinif
Îzafe kinifa kinifên
Çemandî kinifê kinifan
Nîşandera çemandî kinifê wan kinifan
Bangkirin kinifê kinifino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî kinifek kinifin
Îzafe kinifeke kinifine
Çemandî kinifekê kinifinan
 
kinif

kinif

  1. kindir, şedanok, kirkirk, qirkezank, kezank, qinab
    giyayek e ku bi taybetî bo çêkirina kanabîsê navdar e
  2. benê ku ji wê riwekê tê çêkirin

Herwiha biguhêre

Bi alfabeyên din biguhêre

biguhêre

Etîmolojî biguhêre

Hevreha farisî کنف(kenef) û کنب(keneb), pehlewî keneb, tacikî канаб (kanab), osetî gän, ji zimanên îranî. Heman peyv ji zimanên îranî ketiye gelek zimanên din jî: tirkî kenep, ermenî կանեփ (kanep), erebî قنب(qunneb / qinneb), rusî конопля (konoplya), yûnanî κάνναβις (kannebis), latînî cannabis, fransî chanvre, spanî cáñamo, holendî hennep, almanî Hanf, îngilîzî hemp, swêdî hampa, fînlendî hamppu... Bi rêya yûnanî peyv wek navê giyayê bêhişker "kannabis" li hemû dinyayê belav bûye.

Werger biguhêre